15:21 25 Gulan 2018
An S-400 Triumf air defense missile system, seen here during the military parade in Moscow marking the 72nd anniversary of the victory in the Great Patriotic War of 1941-1945.

'Rûsya û Tirkiye ji bo S-400an plan dikin ku peymaneke din îmze bikin'

© Sputnik / Grigory Sisoev
Rûsya
Lînkê kurt
0 02

Hat diyarkirin ku Rûsya û Tirkiye ji bo sala 2020an plan dikin ku peymaneke din ya ji bo moşekên S-400î îmze bikin.

Çavkaniyekî ji derdora parastin û dîplomasiya Rûsyayê di axaftina xwe ya ji bo ajanseke Rûsî de got, piştî ku Rûsya di sala 2020an de bataryayên moşekên S-400î radestî Tirkiyeyê bike, heman alî plan dikin ku ji bo vê pergala moşekan peymaneke duyem îmze bikin.

Li gorî agahiyên wî çavkanî ji bo vê peymana nû ya ku di sala 2020an de tê plankirin, bataryayên moşekên S-400î wê di sala 2021an de werin radestkirin. Çavkaniyê rûsî anî ziman ku naveroka peymana duyem wê bişibe naveroka peymana yekem.

Çavkanî herwisa ragihand ku ev yek tê wê wateyê ku şîrketên tirk bi dayîna lîsansê ya ji aliyê Rûsyayê ve wê karibin hinek perçeyên pergala S-400î hilberîne.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Di warê S-400î de em bi Enqereyê re li ser hevkariya teknolojîk dipeyivin
Amerîka: Em lê dixebitin ku Qeter û Tirkiyeyê ji kirîna moşekên S-400î ji para gav bavêjin
Senatorê rûs: Sûriye, Iraq û Misir dikarin pergalên S-400î bikirin
Peymana S-400î hat îmzekirin
Rûsya: Tirkiyeyê bi 2.5 milyar dolarî 4 heb bataryayên S-400î kirin
Dîroka sewkiyata moşekên S-400î bo Tirkiyeye diyar bû
Etîketan:
Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de