17:31 20 Nîsan 2018
    Balafira ku bi 71 rêwiyan ketibû erdê

    'Qutiya reş a balafira ku ket tê deşîfrekirin'

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafira rêwiyan ya ji Moskowayê bi hewa ket û diçû bajarê Orskê piştî çend deqeyan ji ber sedemek ne diyar li erdê ketibû û 71 rêwiyan jiyana xwe winda kiribû. Her wiha piştî lêgerînan qutiya reş a balafirê hatibû dîtin. Hat daxuyakirin ku deşîfreyên qutiya reş destpê kirine û sedema ketina balafirê dibe ku diyar bibe.

    Komîteya Hewageriyê ya Rûsyayê ragihand ku pisporên rûsî tomarên qutya reş ya balafira An-148an xellas kirin e. Di daxuyaniya Komîteyê de hat gotin ku ji ber hin pirsgirêkên teknîkê vekirina qutyê hewce kir. Bi xebatên pisporan ev pirsgirêk hatin çarserkirin. Tomarên qezayê jî di nav de hemû dane hatin xellaskirin hatin jibergirtin. Ji aliyêdin ve di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku deşîfreya qutya reş dest pê kiriye.

    Li paytext Moskowaya Rûsyayê balafira Rêhewaya Saratov ku ji bo ku biçe Orskayê bi hewa ketibû, piştî demekê ji ber sedemek nediyar li erdê ket û di qezayê de 6 jê murettebat bi tevahî 71 kesan jiyana xwe winda kiribû. Li cihê ku bûyer lê qewimî bû 600 kes pêywirdarin.

    Bi heman mijarî:

    'Balafir bi 71 rêwiyên xwe ne li hewa, li erdê teqiya'
    Balafira rêwiyan a ku ji Moskowê rabû ket: 71 kesan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Mirî, rêhewa, Balafir, Komîteya Hewageriyê ya Rûsya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de