07:47 27 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Çalakiyên Amerîkayê wiha dike wek ku dê heta hetayê li Sûriyeyê bimîne

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve ya Rûsyayê Sergey Lavrovî ragihand ku çalakiyên Amerîkayê dihêle, Moskow wiha bifikire ku Amerîka plan dike heta heta li Sûriyeyê bimîne.

    Lavrov piştî civîna xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders di civîna rojnamevaniyê de axivî û got: "Em daxuyaniyên cuda ji hevkarên xwe yê amerîkî dibihîzin bê gelo dê çiqasî li Sûriyeyê bimînin. Dibêjin ku ne heta peywiran wan a leşkerî bi dawî bibe lê heta ku pêvajoyeke siyasî ya ku ji aliyê her kesî ve were qebûlkirin û istiqrarê bîn, pêwîst e li wir bimînin. Ev jî ji aliyê Amerîkayê ve guhertina rejîmê pêk bînin. Bi giştî em guman dikin ku Washington dixwaze demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne, heta wek ku dixwaze heta hetayê bimîne."

    "PÊKHATEYEKE WEK DEWLETÊ LI ROJHILATÊ FIRATÊ TÊ AVAKIRIN"

    Herwiha Lavrovî diyar kir ku Amerîka bi van gavên xwe yên yekalî yên li Sûriyeyê diavêje, yekîtiya axa Sûriyeyê dixe xeterê û wiha pê de çû: "Amerîka bi gavên xwe beşekî mezin ji axa Sûriyeyê, li rojhilatê Firatê heta sînorê Iraqê pêkhateyeke wek dewletê ava dike"

    Di berdewamiyê de, Lavrov teqez kir ku Amerîka bi gavên xwe ber bi xerakirina yekîtiya axa Sûriyeyê ve diçe û got, divê misogeriyekê bide ku pêvajoya destûra bingehîn bi şefafî bi rê ve biçe.

    Bi heman mijarî:

    SDU û SPD: Bila pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bê sekinandin
    Fransa: Operasyona Tirkiyeyê li Sûriyeyê qanûna navdewletî bin pê dike
    'Têkiliyên me û Tirkiyeyê di qonaxek nebaş de ye'
    Misirê hişyarî da Tirkiyeyê: Lawazkirina serweriya me nayê qebûlkirin
    SANA: Tirkiyeyê pompaya avê ya Efrînê bombebaran kir
    Rûsya: Tirkiyeyê hîn xalên çavdêriyê çênekirine
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de