04:20 20 Nîsan 2018
    dîmenên ji balafira rêwiyan ya An-148

    Werzişvanan ji bo kesên di balafirê de jiyana xwe windakirin sersaxî xwestin

    © AFP 2018 / Dmitry Serebryakov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Werzişvanên rûs yên li Lîstikên Zivistanê yên Olîmpiyatên PyeongChanga Koreya Başûr, 71 kesên ku di balafira rûsî de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Sertîm Yekaterîna Bobrova bi daxuyaniyeke çapemeniyê sersaxî xwest: "Her werzişvanên rûs ji bo miriyan sersaxiyê dixwazin."

    Werzişvanên rûs doh bi şevê di Lîstikên Zivistanê yên Olîmpiyatên PyeongChangê de di beşa têkoşîna tîman de bi 66 pûanan ve madalyaya zîv bidest xistin. Her wiha werzişvanên rûs balafira ku ji Moskowayê diçû Orskayê û piştî demekê ji ber sedemek ne diyar li erdê ket û 71 kesên ku di balafirê de bûn jiyana xwe windakirin jibîr nekirin.

    Sertîm Yekaterina Bobrova li ser navê tîma xwe civîna çapemeniyê li dar xist û ji bo kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest. Bobrova got: "Doh bi şevê piştî mirina 71 kesan me pêşbirka xwe qezenç kir, lê ez nikarim bêjim em kêfxweşbûn. Her werzişvanên rûs ji bo miriyan sersaxiyê dixwazin. Ji bo welatê me êşek mezin e, bi vê hişmendiyê em derketin qadê û çi ji destê me hat me kir."

    Bi heman mijarî:

    Li Moskowayê li cihê ku balafira rêwiyan lê ket 200 perçeyên terman hatin dîtin
    'Balafir bi 71 rêwiyên xwe ne li hewa, li erdê teqiya'
    Balafira rêwiyan a ku ji Moskowê rabû ket: 71 kesan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    PyeongChang, Spor, werzişvan, Yekaterina Bobrova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de