00:57 21 Nîsan 2018
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Peskov: Berovajî Tirkiye û Îranê, Amerîka piştgiriya pêwîst nade

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy peskovî got ku Amerîka ji bo dabînkirina istiqrarê li Sûriyeyê piştgiriya pêwîst nade.

    Peskov civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsyara hat kirin bê Rûsya dikare çi gavan  ji bo ku rageşiya dawiya hefteyê di mihwera Sûriye, Îran û Îsraîlê de çêbûbû biavêje.

    Rayedarê rûs diyar kir ku xebatên di qatên dîplomatîk-siyasî ji bo dewama pêvajoyên Astana û Soçiyê berdewam dikin û teqez kir ku piştgiriya Amerîka ji bo berdewamkirina xebatên çareseriya dîplomatîk-siyasî û dabînkirina istiqrarê li Sûriyeyê têrê nakin.

    "HEVKARIYA RÛSYA, ÎRAN Û TIRKIYEYÊ GELEKÎ GIRING E"

    Herwiha Peskovî teqez kir ku hevkariya Rûsya-Tirkiye-Îranê ji aliyê fealiyetên avakirina aştiyê yên di çarçoveya xebatên Neteweyên Yekbûyî(NY) de navgîneke gelekî giring e û wiha pê de çû: Wek hûn dizanin Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di hefteya dawî de bi awayekî birêkûpêk bi hevkarên xwe yên tirk û îranî re diaxive. Ev danûstendin dê dewam bikin û dê navgîneke giring bin ji bo avakirina aştiyê di çarçoveya xebatên NYyê li Sûriyeyê de."

    Ji aliyê din ve, Peskovî diyar kir ku hejmara yekîneyên rûsî yên li peywira xwe li Sûriyeyê dewam dikin têra bidawîkirina çalakiyên milîtanan dikin lê ne pêkan e ku di demeke kurt de hewlên wan ên xwevedizandinê bên astengkirin.

    Bi heman mijarî:

    Hamit Bozarslan: Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê îflas kiriye
    De Mistura: Hêvîdar im ku li Cenevreyê makeqanûna nû ya Sûriyeyê were gotûbêjkirin
    Bloomberg: Li Sûriyeyê ihtîmala şerê Tirkiye û Amerîkayê zêde dibe
    Gelo dibe Amerîka derbeyeke leşkerî li Sûriyeyê pêk bîne?
    Bozdag: Di warê bikaranîna hewaya esmanî ya Sûriyeyê de bi Rûsyayê re tu pirsgirêk tune ye
    Etîketan:
    Dmitriy Peskov, sûriye, Sûriye, Îran, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de