18:42 19 Nîsan 2018
    Pûtîn û Netanyahu

    Îsraîl: Di qeyrana Îsraîl-Îran-Sûriyeyê de hevsar di destê Rûsyayê de ye

    © AFP 2018 / Vasily MAXIMOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Îsraîlê yê ji dîplomasiya gel berpirsyar Michael Oren derbarê qeyrana leşkerî ya di navbeyna Îsraîl-Îran-Sûriyeyê de got, rola Amerîkayê piştgiriya me dike lê halê hazir tu bandora Amerîkayê li qadê tune ye. Amerîka ne karîger e. Hêvî dikim ku dê Rûsya vê yekê çareser bike.

    Îsaîlê NHByeke Îranê ya ku ji Sûriyeyê bilind bûbû bi hinceta ku sînor binpêkirine êrîşên xurt li er Sûriyeyê li dar xistin. Hêzên Sûriyeyê yên hewayî yên parastinê F16eke daxistin û qeyraneke rûda. Di vir de di warê çareseriyê de rola Rûsyayê balê dikşîne.

    Hişyariya Wezareta Karên Derve û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re bi telefonê axivîn. Piştî van axaftinan rewş hinekîaram bû lê dîplomatê xwedan ezmûn Michael Oren diyar kir ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ji vê pirsgirêkê bîgane maye, lewra hikûmeta Îsraîlê ji Amerîkayê bêhtir pala xwe daye Rûsyayê.

    Michael Oren: "Di vê pirsgirêkê de rola Amerîkayê girîng e lê halê hazir li qadê tu bandora Amerîkayê tune ye, ne di lîstîkê de ne. Pêşbîni tê kirin ku dê Rûsyayê dawî li vê qeyranê bîne. Lewra îro roj derxistina şer ne li hesabê kesî ye.

    ‘DI QEYRANA HEYÎ DE HEVSAR DI DESTÊ RÛSYAYÊ DE YE'

    Cîgirê Wezîrê Îsraîlê yê ji dîplomasiya gel berpirsyar Michael Oren diyar kir ku di qeyrana heyî de hevsar di deste Rûsyayê de ye. Kremlînê jî dabû zanîn ku roja şemiyê Pûtîn û Netanyahu bi telefonê li ser qeyranê axivîbûn.

    Cîgirê Wezîrê eşkere kir ku piştî hevdîtina Pûtîn û Netanyahu rewş hinekî aram bû.
    Pûtîn êrişên din ên Îsraîlê li Sûriyeyê rawestandin."

    ‘PÛTÎN ÊRIŞÊN DıN ÊN ÎSRAÎLÊ LI SÛRIYEYÊ RAWESTANDIN'

    Rojnameya Haartzê ev manşet avêt, "Pûtîn û Netanyahu bi telefonê axivîn, Pûtîn êrişên din ên Îsraîlê li Sûriyeyê rawestandin."

    Di analîza Amos Harel ya roja şemiyê de bal kişandine ser peywendiya Pûtîn û Netanyahu û rola Pûtîn ya rawestandina êrişên nû yên Îsraîlê li ser Sûriyeyê."

    ‘LI SER REWŞÊ RÛSYA KARÎGER E'

    Di analîzê de herwiha wisa hat gotin: "Piştî axaftina Netanyahu û Pûtîn û aramkirina rewşê cardin da xuyakirin ku bê karbidestê rasteqînê yên Rojhilata Naverast kî ne Amerîka li herêmê namewcûdiya xwe didomîne û lê li ser rewşê Rûsya karîger e."

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Pûtîn derbarê îhtîmala operasyona Tirkiyeyê ya li Idlibê axivî
    Kremlin: Pûtîn û Netanyahu bi telefonê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Sûriyêyê axivîn
    Pûtîn û Macron li ser Sûriyeyê axivîn
    Pûtîn: Hêvîdar im ku têkiliyên me bi dewletên Rojava re normalîze bibin
    Bush: Pûtîn dixwaze hêzbûna Sovyetê dîsa bi dest bixe
    Etîketan:
    Çareserî, Qeyran, Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, Netanyahu, Pûtîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de