00:49 21 Nîsan 2018
    balafira rûs-rayedarê dozgeriyê-

    'Balafir bi 71 rêwiyên xwe ne li hewa, li erdê teqiya'

    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê derbarê ketina balafira Rêhewaya Domodedovoyê de daxuyanî dan û gotin: "Balafira ku bi 71 rêwiyên xwe li erdê ket, ne li hewayê teqiya, balafir piştî ku li erdê ket teqiya."

    Berdevkê Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê Svetlana Petrenko, da zanîn ku balafira rêwiyan ya ji Moskowayê bi hewa ket û diçû bajarê Orskê wek yekperçe li erdê ket û paşê jî teqiyaye. Daxuyaniya Petrenko tê ser wê wateyê ku di balafirê de li hewayê tu teqîn pêk nehatiye. Her wiha rayedarên rûsî jî bilêv kiribûn ku sedema ketina balafirê dibe ku şert û mercên hewayê, xetaya pîlot be û yan jî sedemek teknîkî be.

    Li gor rayedaran êrîşek terorî ne îhtîmalek sedema ketina balafirê ye. Ji aliyêdin ve li gor daxuyaniyên Petrenko li cihê ku bûyer lê qewimiye xebatên lêgerînê didomin û qutya reş ya balafirê hatiye dîtin, lê qutya dudyan ku dengê kokpît û kabînê tomar dikir hîn nehatiye dîtin.

    Tê payin ku bi dîtina herdu qutyan sedema ketina balafirê dibe ku eşkere bibe. Her wiha balafira An-148 ya Rêhewaya Saratov ji Moskowayê bi hewa ketibû û piştî çend deqeyan ji ber sedemek ne diyar li erde ketibû. Di balafirê de 6 jê murettebat, 65 jî rêwî bitevahî 71 kesan jiyana xwe windakiribû.

    Bi heman mijarî:

    Balafira rêwiyan a ku ji Moskowê rabû ket: 71 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Norwecê balafir ket: Mirî hene
    'Ev du roj in, balafir li ser Efrînê nafirin'
    Li Moskowayê li cihê ku balafira rêwiyan lê ket 200 perçeyên terman hatin dîtin
    Etîketan:
    rêhewa, Balafir, Êrîş, moskowa, Svetlana Petrenko, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de