14:49 22 Gulan 2018
    S-400

    Moşeka balîstîkî ya Moskowê ji êrîşên nûklerî biparêze bi awayekî serkeftî hat ceribandin

    © Sputnik / Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Rûsyayê moşekeke nû ya pergala moşekan a ku nû hatiye bipêşdexistin ezmûn kir.

    Rojnameya Krasnaya Zvezdayê ya ku organa weşanê ya fermî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ye, di nûçeyeke xwe de ragihand ku leşkerên rûsî moşeke pergala parastina moşekî li polîgona leşkerî ya Şagana Zer a li Kazaxistanê bi awayekî serkeftî ceribandiye.

    Rayedarê leşkerî yê rûsî Andrey Prihodkoyî piştî wê ceribandinê got, "moşeka ku nû hatiye modenîzekirin peywira xwe bi awayekî serkeftî anî cî û armanca diyarkirî ruxand."

    Tê payîn ku ev moşek şûna wan moşekên antî-balîstîk bigire yên bi navê 53T6ê û menzil-nêzîk in ku Moskowê li dijî êrîşên nûklerî diparêzin û perçeyekî mertalê moşekan in. Rûsya êdî van moşekan hilnaberînin û ji ber kevinbûna wan plan dike ku wan biguherîne.

    Pergala parastina moşekan a ku yek ji giringtirîn pergalên parastinê ye, ji aliyê Parastina Hewayî ya Hêzên Feza-Hewayî yên Rûsyayê û Yekîneyên hevpar ên Parastina Moşekan ji bo parastina Moskowê li dijî êrîşên nûklerî tên bikaranîn. Pergala fezayê kontrol dike, hişyariyan derbarê êrîşên moşekan de dide."

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Kurd ê Rûsyayê: Ji bo Efrînê ti hevdîtin bi Sûriyê re çênebûne
    Pisporê rûsî: Rûsyayê piştgiriya xwe ya bo kurdan nekişandiye
    Amerîka: Rapora Kremlînê ji bo Rûsyayê dê rê li ber mueyîdeyên nû veke
    Pûtîn: Artêşa Rûsyayê yek ji artêşa herî arastekirî ya cîhanê ye
    Rûsyayê tawanbariya xiyaneta bi kurdan red kir
    Rûsyayê: Me û Norwêc ji bo Sûriyeyê gotûbêj kirin
    Etîketan:
    moşek, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de