17:20 24 Nîsan 2018
    balafira rêwiyan An-148

    Li Moskowayê li cihê ku balafira rêwiyan lê ket 200 perçeyên terman hatin dîtin

    © REUTERS / Stringer
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li paytext Moskowaya Rûsyayê balafira An-148 ku 71 rêwî dibir Orskayê li erdê ket. Di lêgerîna cihê ku balafir lê ket de, ji 200î zêdetir perçeyên terman hatine dîtin. Ji bo lêgerînan 600 kes hatine pêywirdarkirin û xebat bênavber didomin.

    Li paytext Moskowaya Rûsyayê balafira Rêhewaya Saratov ku ji bo ku biçe Orskayê bi hewa ketibû, piştî demekê ji ber sedemek nediyar li erdê ketibû. Di qezayê de 6 jê murettebat bi tevahî 71 kesan jiyana xwe winda kiribû. Di lêgerîna cihê ku balafir lê ket de lêgerîn hatin kirin, di lêgerînan de gelek perçeyên terman hatin dîtin.

    Ji Rêhewaya Domodedovo ya Moskowayê balafira ku bi hewa ket piştî demekê li herêma Ramenskiyê li erdê ket. Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê daxuyand ku li cihê ku balafir lê ket erdê ji 200î zêdetir perçeyên terman hatine dîtin û lêgerîn bênavber didomin. Çavkaniyek ji Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê ku ji sputnikê re axivî got, "209 perçeyên terman hatine dîtin û xebat jî didomin."

    Li cihê ku balafira Rêhewaya Saratov lê ket lêgerîn bênavber didomin, ji bo lêgerînê herî kêm 600 kes hatine pêywiradkirin. Ji aliyêdin ve li gor daneyên Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê di balafirê de hemwelatiyekî swîsreyî û Azerbeycanî jî hebû.

    Bi heman mijarî:

    Li Norwecê balafir ket: Mirî hene
    'Ev du roj in, balafir li ser Efrînê nafirin'
    Rûsyayê nûçeyên ku 7 balafir li baregeha Hmeymîmê hatine tehrîbkirin derewandin
    Etîketan:
    Balafir, lêgerîn, Rûsya, Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de