02:32 25 Gulan 2018
    An-148-100 V

    Balafira rêwiyan a ku ji Moskowê rabû ket: 71 kesan jiyana xwe ji dest da

    © Sputnik / Anton Denisov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafira ku ji Balafirgeha Domodedovo ya paytexta Rûsya Moskowê tevî 71 rêwiyan rabû ji radarê derket û winda bû. Hat ragihandin ku balafir piştî ji awira radarê derketiye li bajarê Ramenskiyê ketiye. Pûtîn ji malbatan re sersaxî xwest.

    Rêveberiya Rewşên Lezgîn a Moskowê ragihand ku balafira kompaniya Rêhewaya Saratov a cure Antonov An-148 dibe ku li bajarê Ramenskiy ketibe.

    Rêveberiyê herwiha da xuyakirin ku tîmên hawarçûnê dest bi lêgerînê kirine.

    Çavkaniyeke ji Balafirgeha Domodedovayê jî da xuyakirin, balafira ku sefera Moskow-Orskê dikir, piştî ku rabûye bi 2 xulekan ji ber radarê winda bûye û cihê ku lê ketiye jî hatiye tesbîtkirin.

    ENQAZA BALAFIRÊ HAT DÎTIN

    Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihand ku tîmên hawarçûnê gihîştine ser enqaza balafira ku li dorûbera gundê Stepanaskoe yê herêma Ramenskiyê ketiye.

    Herwiha hat diyarkirin ku 34 maşîne û tîmeke 167 kesî dest bi xebatê kirine.

    PÛTÎN SERSAXÎ XWEST

    Berdevkê Kremlinê Dimtrî Peskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo malbat û kesûkarên rêwiyên balafira ketî sersaxî xwestiye.

    Herwiha Pûtîn ferman daye ku komîsyoneke taybet a lêkolînê ji bo bûyerê were avakirin.

    Çavkaniyê got ku di balafirê de 71 kes hebûn ku yek ji wan zarok 6ê wan jî endamên muretebata balafirê ne.

    JI RÊWIYÊN BALAFIRÊ TI KES NEFILITÎ

    Wezîrê Gihandinê yê Rûsyayê Maksîm Sokolov çû cihê ku balafir lê ketiye.

    Sokolov herî dawî ragihand, ti kesek ji qezaya balafirê rizgar nebûye û hemû rêwiyan can dane.

    Wezîrê rûsî da xuyakirin ku dê ektspertên genetîkê li ser termên qurbaniyan lêkolînê bikin daku nasnameyên wan diyar bikin.

    Dozgeriya Gihandinê ya Rûsyayê jî piştrast kir ku ti kesek ji qezayê bi saxî nefilitî ye.

     

    Hat ragihandin ku Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

    Li gor ragihandina jêderên rûsî 71 kesên di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dane.

    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de