15:30 21 Gulan 2018
    Xumar-Xumara online

    Nebenzya: DAIŞ a ku ji dahatên petrolê mehrûm ma ji malperên xumarê pereyan berhev dike

    © AFP 2018 / VALERY HACHE
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya ragihand ku DAIŞ a ku li Sûriye û Iraqê çavkaniyên xwe yên hîdrokarbonê ji dest dan û ji dahatên petrolê mehrûm ma berê xwe da malperên xumarê yên online.

    Nebenzya di civîna rojnamegeriyê de pirsên rojnamegeran axivî.

    Nebenzya got, piştî ku DAIŞê kaneyên dewlemend ên neft û gaza xwezayî ji dest dan nema derfet dît ku danûstendinê bike. Dahatên DAIŞê li Rojhilata Naverast bi tevahî dakete 3 milyon dolaran.

    ‘DAIŞ JI MALPERÊN ONLINE YÊN XUMARÊ PEREYAN BERHEV DIKE‘

    Dîplomatê rûsî Nebenzya da zanîn ku DAIŞ ji bo ku çavkaniyên xwe berfireh bike dest bikaranîna teknolojiyên modern kir, "Hevkarên sûc ên DAIŞê bi magazayên sexte yen înternetê pereyên xelkê didizim. Endamên DAIŞê jî ji malperên online yên xumarê pereyan berhev dike.

    Nebenzya herwiha destnîşan kir ku DAIŞ hewil dide li saziyên merşu yên derveyî welêt veberhênanan bike. Di vî warî de divê welatên peywendîdarli vê yekê haydar bin.

    Bi heman mijarî:

    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Times: DAIŞ li Sûriyê bi cih dibe, sedem operasyona Efrînê ye
    NY ji bo Sûriyê civiya: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêşî DAIŞ
    HSD: Dibe operasyona Tirkiyeyê bibe sedem ku DAIŞ dîsa vegere
    Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şer: 6 kuştî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de