17:50 25 Gulan 2018
Vladîmîr Pûtîn

Pûtîn û Macron li ser Sûriyeyê axivîn

© Sputnik / Aleksander Druzhinin
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn îro îniyê bi telefonê bi hevkarê xwe yê frensî Emmanuel Macronî re li ser mijara Sûriyeyê axivî.

Li gorî daxuyaniya Kremlinê, "pêwendiyeke telefonî di navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Fransayê Emmanuel Macronî de pêk hatiye û herdu serok li ser rêyên çareseriyeke siyasî ji bo qeyrana Sûriyeyê axivîn".

herwiha hat destnîşankirin ku bipêşdeçûna gotûbêjên berfireh ên navbera sûriyan li Cenevê li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê ya NYyê 2254ê dê sûdmend be û divê encamên kongreya diyaloga niştimanî ya li Soçiyê neyên jibîrkirin.

Ji aliyê din ve, hat gotin ku rêyên jinûveavakirina Sûriyeyê piştî şerî jî hatine gotûbêjkirin û hat teqezkirin ku giring e, kordînasyona rûsî-frensî di dosyaya Sûriyeyê de were xurtkirin.

Bi heman mijarî:

‘Li Soçiyê komîsyona ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê tê avakirin'
Rûsyayê: Me û Norwêc ji bo Sûriyeyê gotûbêj kirin
Etîketan:
Emmanuel Macron, Vladîmîr Pûtîn, tirkiye, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de