06:05 20 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Hêvîdar im ku têkiliyên me bi dewletên Rojava re normalîze bibin

    © REUTERS / Grigory Dukor
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku dewletên Rojava dev ji politikayên xwe yên mueyîdeyî berdin û têkiliyên bi dewletên Rojava re normalîze bibin.

    Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik / Aleksander Druzhinin
    Pûtîn di civîna Yekîtiya Pîşesaz û Karsazan de axivî, "Helwesta me diyar e. Di warê têkiliyên kar û barên navdewletî de sepandina mueyîdeyan di serî de yên ku mueyîdeyan disepînin dixe tengasiyê. Ez hêvîdar im ku em têkevine rêya normalîasyonê."

    ‘DI WARÊ TÊKILIYÊN KAR Û BAR DE EZ XWEŞBÎN IM'

    Pûtîn ji karsazên rûsî re diyar kir ku hevkarên wî yên welatên din jî li ser vê fikrê ne û behsa civîna xwe ya bi karsazên Fransî re kir.

    Pûtîn bilêv kir ku encamên vê civînê roja înê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re jî axiviye, "Ne tenê bi Fransayê re, bi welatên din ên ku em dikarin bi wan re têkiliyên aborî de deynin jî ez xweşbîn im lê ji aliyekî ve jî polîtiayên mueyîdekar ji zû de ye têne sepandin, hetta mirov dikare bibêje ku her tim ev sepandin hebûn."

    ‘HÊVÎDAR IM AQILÊ SELÎM BI SER KEVE'

    Pûtîn got, Dîsa jî di warê sepandina mueyîdeyan de hevîdarim aqilê selîm bi ser keve. Lewra ev yek li xêra aboriya dinyayê ye. Em dê di vî warî de bi pêş de biçin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Macron li ser Sûriyeyê axivîn
    Bush: Pûtîn dixwaze hêzbûna Sovyetê dîsa bi dest bixe
    Pûtîn ragihand ku ew telefonên biaqil bi kar nayîne
    Pûtîn: Rûsya di sporê de hê jî serokê dinyayê ye
    Etîketan:
    mueyîde, karsazî, Pîşesazî, Vladimîr Pûtîn, Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de