15:56 23 Gulan 2018
    Su-35

    ‘DYAyê pereyên Rûsyayê yên balafirên şerê DAIŞê dikin bloke kir’

    © Foto: Sukhoi Company
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pereyên Rûsyayê yên di sala 2017an de ji bo sotemenîya balafirên şerê dijî DAIŞê dikin bloke kiriye.

    Zaxarovayê di civîna heftane ya rojnamevanî de, bal kişand ser ku sîstema bankevaniya Amerîkayê pereyên ji bo sotemeniya balafirên rûsî yên şerê DAIŞê dikin ku digihe 5 milyon dolaran bloke kiriye û hin mînakên dorpêça fînansê ya li ser Rûsyayê parve kirin.

    Zaxarova got ku hîn ew pere li Rûsyayê nehatiye vegerandin û da zanîn, 200 hezar dolarên Ajansa Atomî ya Navnetewî (UAEA) yê ku ji bo çareseriya nexweşiyên onkolojîk hatiye terxankirin jî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye blokekirin.

    'DI DAXUYANIYÊN ÊRÎŞA SER HÊZÊN SÛRIYÊ DE GELEK PIRSNÎŞAN HENE'

    Berdevka Wezareta Derve derbarê êrîşa ser hêzên Sûriyê ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike jî bal kişand ser ku ew hîn lêkolînê li ser dikin û gelek pirsnîşan di daxuyaniyên Amerîkayê de hene.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê Libnanî bo Efrînê: Kompleksa Tirkiyê pirsa kurdî ye, lê ereb çima li wir in?
    Bajariyên Mûsilê miriyên xwe di mala xwe de defin dikin
    10 leşkerên li Efrînê birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Kilîsê
    Rûsya: Alîkariya Amerîkayê ya bo HSDê rakeşiya Efrînê zêde dike
    Wezareta Petrolê ya lraqê li Kerkûkê zelalgeha petrolê ava dike
    ‘Leheng namirin’: Ji bo pîlotê Su-25ê Filipov merasîma leşkerî ya xatirxwestinê
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Ji YEyê hişyariya Efrînê û fikara têkçûna demokrasiyê li Tirkiyê
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya, DAIŞ, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de