10:57 26 Gulan 2018
Efrîn-leşkerê tirk

Rûsyayê derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyeyê li ser Idlibê daxuyaniyek da

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Serokê Lijneya Parastinê ya Dûmayê Vladimir Şamanov, di derbarê operasyona muhtemel a Tirkiye li ser Idlibê daxuyaniyek da û got, “di çarçoveya yêkrêziya axa Sûriyeyê de divê were gotûbêjkirin û rêkeftinek pêk were.”

Serokê Lijneya Parastinê ya Dûmayê Vladimir Şamanov li ser ihtimala operasyona Efrînê ku heya Idlibê biçe axivî. Vladimir Şamanov: Eger Tirkiye biryara berfirehkirina operasyona Efrînê bide, divê ev bi îstîşare bê kirin. Lewra ev mijar, ji aliyê yekrêziya Sûriyê ve mijareke hesas e.

‘GARANTIYA YEKRÊZIYA XAKA SÛRIYEYÊ'

Şamanov di berdewamiya axaftina xwe de ev îfade bi kar anîn, "Em daxwaza çareserkirina Tirkiyeyê fêhm dikin lê bila Tirkiye ji bîr neke ku ev der axa Sûriyeyê ye."

‘BEŞDARIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ'

"Ev mijareke hesas e. Divê ev mijar bi çavdêriya Neteweyên Yekbûy (NY) saziyên dîplomatîk û leşkerî bi awayekî berfireh were gotûbêjkirin."

Bi heman mijarî:

Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
Etîketan:
efrîn, suriye, Idlîb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de