02:21 26 Sibat 2018
Zindî
    SpaceX

    Şuvalov: Divê Elon Muskên nû ji me derkevin, em ji amerîkiyan afirînertir in

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Igor Şuvalov di civîna fînalê ya ‘Serokê Rûsyayê' axivî û avakarê SpaceXê Elon Muskê ku moşeka ku otombêla bi ceryan ya Tesla jî tê de şand fezayê bibîranî.

    Şuvalov got, "Ez jê piştrast im ku gelê Rûsyayê —bila bibexşin- ji amerîkiyan afirînertir in. Divê ji nava we kesên wek Elon Muskê ku nîşanî me da ku çawa moşek bo fezayê têne pekandin derkevin. Divê ji nava we kesên weke Tesla afirîner derkevin. Ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim. Hemû tişta ku we ji bo wê xwe terxan kiriye dê ji bo me binirx be."

    Hêjayî gotinê ye ku Kremlîn bi pêşbirka Pêşengên Rûsyayê plan dike ku li çar aliyên welêt kesên afirîner û hêvîbexş tesbît bike. Li çaraliyên welêt 199 hezar kesî serî li pêşbirkê dabûn û ji nava wan 300 kes mabûn fînalê. Ji nava wan jî dê 100 kes were hilbijartin. Kesên hatine hilbijartin di nava salekê de dê bi rêveberên serke ên welêt re bicivin. Herwiha ji bo 300 kesên ku mane fînalê dê 1 milyonek rûbel bursa petrwerdehiyê bê dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Car din hewil didin Rûsyayê bi êrîşkariya sîberî tawanbar bikin
    Filipov layiqî payeya ‘Lehengê Rûsyayê' hat dîtin
    Rûsya: Termê pîlotê balafira ku hat xistin gihîşt Rûsyayê
    'Li Tirkiyeyê dijberiya Amerîkayê zêde, dijberiya Rûsyayê kêm bû'
    Etîketan:
    SpaceX, Elojn Musk, Tesla, Şuvalov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de