14:00 24 Nîsan 2018
    Leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê

    Rûsya: Armanca Amerîka li Sûriyeyê ne DAIŞê armanc aboriya welêt e

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di derbarê lêxistina hêzên Sûriyeyê ji aliyê konalîsyona navdewletî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike ve ragihandin ku, "çalakiyên dawî yên Amerîkayê dide nîşandan ku armanca wan ne têkoşîna li dijî DAIŞê ye, armanca wan bi dest xistina hebûna aboriya welêt e."

    Wezaretê daxuyaniyê li ser lêdana hevpeymana Amerîkayê wê dike li hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê da û tê got: "Bûyerên dawî diyar kir ku sedema ku Amerîka hebûna xwe ya ne qanûnî li Sûriyeyê dewam dike, ne têkoşîna li dijî DAIŞê ye lê tenê ji bo ku hebûna aborî ya Sûriyeyê di destê xwe de bigire.

    Herwiha hat ragihandin,  dema ku ew milîsên di nav refên Artêşa Sûriyeyê de bûn armanca hevpeymaniyê, wan(milîsan) operasyonek li dijî komeke neçalak a DAIŞê ya li nêzîkî rafîneriyeke kevin a petrolê ya li Dêra Zorê pêk dianî.

    "25 MILÎS BIRÎNDAR BÛNE"

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên milîs berî ku ji aliyê helîkopteran ve bibin armanc, rastî êrîşeke bi topên hawanê hatin.

    Li gorî daxuyaniyê 25 milîs birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li parlamentoya Swêdê şerê li Efrînê hat nîqaşkirin
    Wezîrê frensî: Cîhadîstên frensî dê li Rojava werin darizandin
    Zaxarova: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê gef e li ser yekrêziya xaka Sûriyeyê
    Mîdurê Ceza û Tewkîfê: Li Tirkiyeyê 140 girtîgehên nû çêdibin
    Erebistana Siûdî nûçeya derbarê Îsraîlê de derewand
    Etîketan:
    Dêra Zorê, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de