04:02 27 Nîsan 2018
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê gef e li ser yekrêziya xaka Sûriyeyê

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Herêma Ewlekariya ya Amerîkayê ku li Sûriyeyê ava kiriye derfet dide ku milîtanên DAIŞê xwe ji hêzên hikûmetê veşêrin.

    Zaxarovayê di civîna rojnamevaniyê ya heftanê de axivî û got, "Herêma Ewlekariyê ya Amerîkayê ya ji 55 kîlometreyî pêk tê ku li bejahiya Tanfê ku dikeve başûrê Sûriyeyê ava kiriye ji aliyê milîtanên DAIŞê ve tê bikaranîn. Milîtanên DAIŞê bi saya vê yekê xwe ji hêzên hikûmeta Sûriyeyê vedişêrin, kom dibin û ber bi herêma çolê ve diçin û derfetê dibînin ku xwe ji nû ve çekdar bikin."

    Zaxarovayê da zanîn ku milîtanên DAIŞê li Tanfê xwe azad dibînin û bibîr xist ku demek berê milîtanan li herêma heta ser sînorê Helebê bi çekên menzîldirêj êriş pêk anîn.

    ‘HEBÛNA LEŞKERÎ YA AMERÎKAYÊ GEF E LI SER YEKRÊZIYA XAKA SÛRIYEYÊ'

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Zaxarova diyar kir ku hebûna leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê gef e li ser yekrêzî xaka Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ye li Sûriyeyê.

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Welatên Rojava bi yekîtiya Sûriyeyê re eleqedar nabin
    Zaxarova: Nûnerên kurd wê di Kongreya Dîyaloga Niştimanî ya Sûrîyeyê de beşdar bibin
    Zaxarova: Rûsya, dev ji lidarxistina Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê bernade
    Zaxarova: Serokê CIAyê derewan dike
    Zaxarova: Amerîka mudaxeleyî karê navxweyî yê Rûsyayê dike
    Etîketan:
    Yekrêzî, Herêma Ewlekariyê, Hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê, DAIŞ, Mariya Zqaxarova, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de