00:46 19 Sibat 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Rûsya di sporê de hê jî serokê dinyayê ye

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe de ragihand ku digel sûcdariyên dopîngê jî Rûsya di spora navneteweyî de hê jî serokê dinyayê ye.

    Pûtîn qurbaniyên Dorpçêa Lenîngradê bibîranîn
    © Sputnik/ Алексей Куденко
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe ya konferanseke ji bo amadehiya Peşbirkên Çile ya Zanîngeha Krasnoyarskê de got: "Rûsya di qada olimpîyada milî de beguman hê jî di çalekî û organîzasyonên spora navneteweyî de serokê dinyayê ye."

    ‘RÛSYA DI PÊŞEROJÊ DE WÊ PÊŞWAZIYA GELEK ÇALEKIYÊN SPORÎ BIKE'

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya ji xeyrî Kupaya Dinyayê ya FÎFAyê ku dê havînê were lidarxistin di pêşerojê de wê pêşwaziya gelek çalekiyên sporî bike. Rûsya di sala 2019an de peşwaziya Şampiyoniya Boks a Dinyayê û di sala 2021ê de pêşwaziya taximên Bandyê, di sala 2022an de jî pêşwaziya Şampiyoniya Melevanî ya Dinyayê dike. Ev hemû pêşbirk divê di standarda Pêşbirkên Çile yên Soçî û Pêşbirkên Zanîngeha Kazanê de werin kirin û em ê vê wek nirxên însanî mîrate bihêlin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan axivîn: Zîrweya Soçî ya duyemîn li Stenbolê tê lidarxistin
    Pûtîn cezayê bo bazara reş a bilêtên yariyên FIFAyê pesend kir
    Dahatiyên Pûtîn ên 6 salan hat ragihandin
    Mamostaya Pûtîn a yahudî mala xwe bexşî Rûsyayê kir
    Erdogan bi Pûtîn re mijara Soçî û Idlibê axivî
    Pûtîn ji nû ve hilbijartina Anastasiadis pîroz kir
    Etîketan:
    Serokê dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Soçî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de