14:00 24 Nîsan 2018
    Li Soçiyê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

    Pûtîn û Erdogan axivîn: Zîrweya Soçî ya duyemîn li Stenbolê tê lidarxistin

    © Sputnik / Michael Metzel/POOL
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan mijara Idlîb û Efrînê axivîn.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan mijara Idlîb û Efrînê axivîn. Li gor çavkaniyên serokomariyê zîrweya sêalî ya duyemîn a Rûsya, Tirkiye û Îranê ku li bajarê Soçiyê pêk hatibû wê li Stenbolê were lidarxistin.

    Di roja 20emîn a operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê de Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn hevdîtinek pêk anîn. Li gor çavkaniyên serokomariyê herdu serokan di axaftina xwe de Idlîb, Efrîn û pêşveçûnên dawî yên li Sûriyeyê nirxandin.

    Erdogan derbarê operasyona leşkerî ya Efrînê de serokê rûsî agahdar kir û herdu serokan ji bo zîrweya duyemîn a Soçiyê li Stenbolê were lidarxistin li hev kirin. Erdogan û Pûtîn rewşa însanî ya Xutaya Rojhilat jî nirxandin û ji bo çareseriyê Sûriyeyê biryara hevkariyê erê kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bi Pûtîn re mijara Soçî û Idlibê axivî
    ‘Pûtîn û Erdogan mijarên sereke yên çareserkirina krîza Sûriyê diyar kirin’
    Peskov: Pûtîn û Erdogan li Enqerayê dê rewşa Sûriyeyê biaxivin
    Erdogan û Pûtîn bi telefonê derbarê Qûdsê de axivîn
    Daxuyaniya Pûtîn, Rûhanî û Erdogan wekî belgeya fermî ya KENYê hat weşandin
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Recep Tayyip Erdoqan, Vlaidmîr Pûtîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de