08:54 24 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Ryabkov

    Ryabkov: Amerîka wek zaroka nehisî û bi kaprîs tevdigere

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov li ser aciziya Amerîkayê ya derbarê xurtkirina têkiliyên Rûsyayê bi welatên Amerîkaya Latîn re got, dişibe tevgerên zarokên bi kaprîs.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftineke xwe ya li Zanîngeha Texasê de, li ser xurtbûna pêwendiyên Rûsyayê yên bi welatên Amerîkaya Latîn re, fikarên xwe anîbûn ziman.

    Ryabkov li ser mijarê wiha axivî: "Washington bi giştî di gelek mijaran de, wek zarokên bi kaprîs tevdigere. Dema tiştek li xweşa wan naçe, wek zarokan xwe li erdê dixin û nehisiyan dikin. Ev helwesteke necidî û acizane ye."

    Senatorê rûsî destnîşan kir ku polîtîkaya Rûsyayê ya bi welatên Amerîkaya Latîn re şefaf û têgihîştî ye û diyar kir, dê hevkariya teknîkî û leşkerî ya bi welatên herêmê re berdewam be.

    Ryabkov herwiha da zanîn ku Amerîkayê êdî polîtîkaya xwe ya derve li ser dorpêç û ambargoyan dimeşîne ku ev stratejî jî nakokiyên li dinyayê zêde dike.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rojavayiyan delîlên ku werzîşvanên rûsî dopîng bikaranîne nedan
    Rûsya: Li gor amarên destpêkê balafira rûsî bi 'igla' hatiye xistin
    Parlamentarê Kurd ê Sûriyê: Hikûmeta Sûriyê alîkariya çekan ji bo Efrînê dide YPGê
    Ebadî bi wezîrê hikûmeta Sûriyê re civiya
    'Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Siryanî gihîştin eniyên şer ên Efrînê'
    Artêşa Tirkiyê: Di operasyona li hember Efrînê de du leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    Ryabkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de