03:49 22 Gulan 2018
    Firokeya Su-25

    Rûsya: Li gor amarên destpêkê balafira rûsî bi 'igla' hatiye xistin

    © AFP 2018 / OMAR HAJ KADOUR
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîkarê Serokê Konseya Parastinê yê Rûsyayê Frants Klintseviç got, “Balafira me ya Su-25 li gor amarên destpêkê bi cureyeke MANPADê ya‘Igla' hatiye xistin.”

    Frants Klintseviç di derbarê balafira Su-25 ya ku li Îdlibê hat xistin de, agahî da çapemeniya Rûsyayê û anî ziman ku ji bo zelalkirina hemû şikên di derbarê xistina balafirê de û cureyê MANPAD a ku hatiye bi kar anîn, em bi hûrgulî dixebitin.

    Klintsevîç ragihand, 'Li gor amarên nefermî Igla hatiye bikarînin.'

    Senatorê rûsî Vladimir Şamanov jî beriya niha li baskê jêrîn ê Dûmaya parlementoya Rûsyayê di derbarê mijarê de gotibû: "Niha ne mimkun e ku em cureyê MANPAD a ku hatiye bikaranîn tesbît bikin. Heya ku em xurdeyê balafirê analîz nekin em nizanin ka gelo çi cure çek hatiye bikaranîn."

     

    Bi heman mijarî:

    'Xistina balefira Rûsyayê ya li Idlibê, sabotaja pêvajoya Astanayê ye'
    Mezintirîn balefira dunyayê hat ceribandin
    Balafirên şer dîsa êriş kirin: 17 kuştî
    Heşda Şeibî tehdîd kir: Eger venekişin em ê êriş bikin
    Etîketan:
    balefira, Su-25, Manpad, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de