19:53 24 Hezîran 2018
Balafira rûsî ku li Sûriyeyê hat xistin

Rûsya: Hevdîtinên me ji bo enkaza balafira me bi Tirkiyeyê re dewam dike

© AFP 2018 / Omar Haj Kadour
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Serokê Komîteya Parastina Dûmayê ya baskê jêr a Parlamentoya Rûsyayê Vladimîr Şamanov ragihand ku hevdîtinên wan bi Tirkiyeyê re ji bo ku xwe bigihînin herêma balafir lê ketiye ku ji aliyê cîhadîstan ve li Idlibê hatibû xistin dewam dike.

Şamanov diyar kir ku hêj xwe negihandine enkaza balafira şer a rûsî ku di 3ê Sibatê de ji aliyê cîhadîstan ve li Idlibê hat xistine, "Lê bi tirkan re ji bo ve yekê hevdîtinên me dewam dikin, lê heta niha tiştek bi dest nexistine."

Pîlotê balafira Su-25ê ya rûsî Roman Fîlîpov ku li Idlibê hat xistin xwe bi pereşutê avêtibû û li herêma kul ê ketibû bi cîhadîstan re şer kiribû û di encamê de jî bi bombeyê xwe teqandibû.

Herwiha koma cîhadîst a Tehrîr el Şamê ku girêdayê El Nusrayê ye berpirsyariya xwe li ser xistina balafira rûsî ragihandibû û cenazeya Fîlîpov bi alîkariya Tirkiyeyê rojek berê hatibû şandin Rûsyayê.

Bi heman mijarî:

‘Hêzên Taybet ên rûsî, li devera ku milîtanan balafira rûsî xistibû dixebitin'
Fetih El Şam êrişa balafira rûsî girte ser xwe
Li dijî koma ku balafira rûsî xist, êrîş hat pêkanîn: Herî kêm 30 mirî
Balafira Su-27ê ya rûsî destwerdana li balafira amerîkî kir
Balafira nêçîrê ya rûsî bergiriya jeta amerîkî kir
Etîketan:
balafir, vladîmîr şamanov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de