17:32 20 Nîsan 2018
    Gazprom

    ‘Mueyîdeyên Amerîka û YEyê li ser Gazpromê ji sedî yek bandorê li hilberîna wê dike'

    © REUTERS / Maxim Zmeyev/File Photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şirketa rûsî ya enerjiyê Gazspromê ragihand ku mueyîdeyên Amerîka û Yekîtiya Ewropa (YE) bi tevahî ji sedî yek e jî bandorê li ser hilberîna şirketê nakin.

    Şirket bi munasebeta ‘Roja Hilberîneran' gotarek pêşkêş kir. Di gotarê de hat gotin ku, "mueyîdeyên Amerîka û YEyê li ser Gazpromê bandora xwe ji sedî yekê jî kêmtir e."

    Ji hêla din ve Cîgirê Serokê Gazpromê Aleksandr Medvedev diyar kir ku rêjeya bazara Gazpromê li Ewropayê derketiye 34.7an û ev mezinbûn dê di demên pêş de jî berdewam bike.

    Medvedev da zanîn ku modêla cazîb a rêkeftinê ya şirketê kiriye ku şirket zêdetir bê tercîhkirin.

    ‘LI GORÎ SALA PAR SEDÎ YEK DÊ ZÊDE BIBE'

    Şirketê pêşkêşiya xwe de teqez kir ku hilberîna Gazpromê li gorî par ji sedî yek mezintir bû gihaşte 476 metrekupê. Hilberîna şirkete ya sala par 471 metrekup bû.

    Herwiha Medvedev destnîşan kir ku kar a Gazpromê Welatên Soveyeta Berê (SSCB) ne tê de gihaşte 37.8 milyar dolarî.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Gazprom: Di sala 2018an de ji bo Herka Tirk dê 182 milyar dolar razemenî bê kirin
    Gazprom: Sewqiyeta gaza xwezayî bo Tirkiyeyê 18.8%î zêde bû
    'Rosneft û Gazprom xebatên li Kurdistanê ranawestînin'
    Gazprom, 373 kîlometreyên Herka Tirk hat temam kirin
    Etîketan:
    Hilberîn, Mueyîde, Enerjî, Gazprom, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de