05:08 21 Nîsan 2018
    Navgîna fezayê

    Lêkolînerê Rûsî: me nêzikî da ku em li hîvê av derbixin.

    © REUTERS / NASA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Pirsporê teknolojiyê Pavel Ananyev di axaftina xwe ya ku bi Sipûtnîkê re kir de anî ziman "Rûsya nêze ku li hîvê av derbixe"

    Pirsporê lêkolînên fezayî Pavel Ananyev, di derbarê xebatên Rûsyayê yên li hîvê axivî. Ananyev: Me aletek ku em pê bikaribin axa hîvê bi dest bixin îcat kir. Axa li hîvê ji ya li dunyayê gelek cudatir e. Her çiqas di hela mîneralan de wek hev be jî axa hîvê ceyranek xurt di xwe de dihewîne. Her wiha em lê dixebitin ku cîhazek sondajê çêbikin. Dema ku em wê jî pêk bînin emê bikaribin li hîvê av peyda bikin.

    Pavel Ananyev di berdewamiya axaftina xwe de behsa politikaya Amerîkayê ya li hîvê jî kir. Ananyev destnîşan ki ku, em di çarçoveya hiqûqa navnetewehî de li lêkolînên xwe yên li hîvê dikin. Lê Amerîka wek me tevnagere. Mesela li hîvê derxistina tiştek madenî wedexe ye. Lewra hemû tiştên li heyvê malê hemû mirovan e. Mixabin Amerîka gelek caran vê qaîdeyê binpêkir. Mesela vê gav lê dixebite ku xwe bigihîne rezerwên zêr yên li hîvê. Ev hewla wê hewleke derqanûnî ye.

    Bi heman mijarî:

    NASA: Hindik maye mirovahî jiyîna li fezayê kifş bike
    NASA dîmenê derzekê mezin li ser cemeda Petermannê tespît kir
    Rûsyayê ji bo nûkirina Baregeha Feza ya Baykonurê peymanên 28 milyon dolarî danîn
    Moşeka pêşî ji baregeha feza ya Vostoçniyê hat pekandin
    Etîketan:
    av, HÎV, Pavel Ananyev, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de