01:17 24 Gulan 2018
    Balafira rûsî ku li Sûriyeyê hat xistin

    Li Sûriyeyê balafireke Rûsyayê hat xistin: Pîlot jiyana xwe ji dest da

    © AFP 2018 / Omar Haj Kadour
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku li bajarÊ Idlibê ya Sûriyeyê balafireke Su-25 ya Rûsyayê hatiye xistin û di encamê de pîlotê balafirê jiyana xwe ji dest daye.

    Hat ragihandin ku piştî li balafirê hat xistin, pîlot xwe bi paraşûtê avêtiye û li cihê ketiye bi milîtanan re şer kiriye û li wir jiyana xwe ji dest daye.

    Hat destnîşankirin ku navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê bi saziyên tirk ên li herêma kêmkirina aloziyan ya li Idlıbê ji bo şûndedayîna termê pîlot serî li bergiriyan daye.

    Li gorî zanyariyên pêşîn balafira şer ya rûsî bi pergala parastinê ya hewayî hatiye lêdan.

    Hat gotin ku pîlot derfet dîtiye ku agahiyê bide, ew herêma di bin kontrola El Nûsrayê de ketiye.

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Li dijî koma ku balafira rûsî xist, êrîş hat pêkanîn: Herî kêm 30 mirî
    Rûsyayê ji bo çekên nukleerî hişyarî da Amerîkayê
    Rûsya: Doktrîna nukleerê ya Amerîkayê bû sedema xiyalşikestinê
    Artêşa Tirk: Li Efrînê di êrîşa li dijî tankê de 5 leşkerên me jiyana xwe ji dest da
    Erdogan: Li ser milê ASAyê ala Tirk, li ser milê YPGê ala Amerîkayê heye
    Etîketan:
    xistin, balafira şer ya Su-25 ya rûsî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Idlib, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de