03:12 23 Nîsan 2018
    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

    Rûsya: Doktrîna nukleerê ya Amerîkayê bû sedema xiyalşikestinê

    © AFP 2018 / Alexander Nemenov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bal kişand ser ku doktrîna nukleerê yak u ji aliyê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ve hatiye weşandin, li dijî Rûsyayê ye û derbirî ku ew doktrîn li Moskowê bûye sedema xiyalşikestinê.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser doktrîna nû ya nukleerê ku ji aliyê Pentagonê ve hatiye weşandin û têde tê gotin ku Moskow bi biryar e vegere statuya hêza super û pêşbirka çekan, daxuyaniyek belav kir.

    Wezaretê diyar kir ku sûcên li Moskowê tên girtin, dûrê rastiyê ne û ev tişt hatin gotin, "Doktrîna leşkerî ya Rûsyayê bikaranîna çekên nukleerê tenê bi du senaryoyan sînordar dike: Êrîşên ku bi çekên nukleerê an jî bi çekên din ên îmhaya girseyî li dijî Rûsya û/an hevkarên Rûsyayê û herwisa êrîşên ku bi çekên konvansiyonel gefê li hebûna delwetê Rûsyayê bixwin."

    Wezaretê derbirî ku Amerîka bi doktrîna xwe ya nû dixwaze sûcê bikaranîna çekên nukleerê biavêje ser hinekên din.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê ji bo çekên nukleerî hişyarî da Amerîkayê
    Rûsyayê: Me û Norwêc ji bo Sûriyeyê gotûbêj kirin
    Terefgira herî seksî ya futbola Rûsyayê hat hilbijartin
    Rûsyayê tawanbariya xiyaneta bi kurdan red kir
    Pûtîn: Artêşa Rûsyayê yek ji artêşa herî arastekirî ya cîhanê ye
    Etîketan:
    xiyalşikestin, doktrîna nukleerê ya Amerîkayê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de