22:19 19 Nîsan 2018
    ARMY-2016

    Rûsya: Dê çekên me yên ne nukleerî jî tirsa stratejîk bidin

    © Sputnik / Yevgeni Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Senatorê rûsî Viktor Bondarev, ragihand ku dê çekên nû yên hîpersonîk li demeke nêzîk bikevin xizmeta Hêzên Çekdarên Rûsyayê û got, dê bi van çekên pêşketî re ji xeynî çekên nukleerî jî tirsa stratejîk bidin.

    Serokê Komîteya Ewlekariyê yê baskê jorîn li Federasyona Konseya Parastinê ya Parlamentoya Rûsyayê Viktor Bondarev ji Spûtnîkê re derbarê çekên nû yên bi bandor ên rûsî de agahî dan.

    'DÊ ÇEKÊN NÛ BANDORA TIRSA STRATEJÎK BIKIN'

    Bondarev ragihand ku dê çekên nû yên hîpersonîk li demeke nêzîk bo artêşê werin radestkirin û got, dê bi vî awayî ji xeynî kapasîyeta çekên nukleerî yên rûsî jî çekên nû yên pêşketî xwedî bandoreke tirsa stratejîk bin.

    'ÇEKÊN NUKLEERÎ YÊN RÛSÎ JI YÊN DERVE PÊŞKETÎTIR IN'

    Bondarev herwiha bal kişand ser ku ew li gor rêkeftina kêmkirina çekên nukleerî tevdigerin û diyar kir, sînorkirina çekan derbarê kalîteya wan de ye, ji xwe çekên nukleerî yên rûsî bi taybetmendiyên xwe ji hemtayên xwe yên derve pêşketîtir in.

    Bi heman mijarî:

    Li Dallasê êrîşên ser Efrînê hatin protesto kirin
    510 parêzeran danezanek weşand: Ji şer re na, aştî aniha!
    Li Japonyayê robotek bi hev re 5 qehweyan amade dike
    Di bombardimana ser Efrînê de ermeniyek jî hat kuştin
    Mişkên bi pênceşêrê hatin tedawî kirin
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de