17:31 25 Nîsan 2018
    Avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê

    Rûsya: Amerîka rasthatinên rûtîn ên balafiran ji bo gurkirina Rûsofobiyê bi kar tîne

    © Sputnik / Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Amerîka ji bo ku Moskowayê bi êrişkariyê tawanbar bike rasthatinên ji rêzê yên balafiran pir mezin dike.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê dîmenên rasthatina bergirikirina balafira sîxur a amerîkî ya EP-3 ji terefê Rus Su-27 li Behra Reş daxuyaniyek da.

    Di daxuyaniyê da hat gotin, "Washington rasthatinên balafiran ku bûye rewşeke rûtîn pir mezin dike. Mebesta vê nêzîktêdayîna Amerîkayê ew e ku Rûsofobiyê gur bike û Rûsyayê bi vê yeke weke êrîşkar bi nav bike. Helwestên bi vî rengî li dijî çareseriya aqilê selîm e."

    Di daxuyaniyê de rêkeftina bi Amerîka û Rûsyayê ya 30 berê hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku Rûsyayê gelek caran pêşniyar kiriye ku rêkeftin were rojanekirin lê Amerîka ji diyaloga profesyonel bi dûr disekine.

    Demek berê Wezareta Derve ya Rûsyayê Amerîkayê hişyar kiribû ku li sînorên rûsî firînan li dar nexe û di firînên wiha de riayetê qaîdeyan bike.

    Herwiha di dauxyaniyê de hat destnîşankirin, "Çûnehatên balafira rûsî ya di 29ê Rêbendanê de standard bû û bi temamî hiqûqî û bi ewle bû."

    Wezareta Derve ya Amerîkayê dîmenên bergirîkirina balafira Rus Su-27ê ku li ser Behra Reş balafira EP-3 astengkiribû belavkiribû û îdia kiribû ku ev berigrî bi xeter ye.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Balafira ku pere vediguhestin hat revandin
    Balafira Su-27ê ya rûsî destwerdana li balafira amerîkî kir
    Balafira ku 25 kes têdebûn ket û tiştek bi ti kesî nehat
    Rêwiyê balafira rotarkirî di deriyê lezgîn re derkete ser perê balafirê
    Etîketan:
    Su-27, balafira şer, Berevanî, Bergirî, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de