00:57 26 Nîsan 2018
    Efrîn

    Rûsyayê tawanbariya xiyaneta bi kurdan red kir

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 08

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bilêvkir ku Rûsya xiyanet bi kurdan re nekiriye û got: Em dibînin ku hin siyasetmedarên kurd di daxuyaniyên xwe de bilêv dikin ku Rûsya çavê xwe ji operasyona Tirkiyeyê a li ser Efrînê re girtiye û xiyanet bi kurdan re kiriye.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di civîna heftane de bi endamên çapemeniyê re hat ba hev û li ser pirsa rojnamevanekî wiha axivî: Em dibînin ku hin siyasetmedarên kurd di daxuyaniyên xwe de bilêv dikin ku Rûsya çavê xwe ji operasyona Tirkiyeyê a li ser Efrînê re girtiye û xiyanet bi kurdan re kirine. Di vê çarçoveyê de em dixwazin bêjin ku Tirkiye, rewşa li bakurê Sûriyeyê ji bo ewlehiya xwe wek xetereyekê dibîne, ji derketina vê rewşê Rûsya ne berpisyare. Hikûmeta Sûriyeyê ji bo bidestxistina kontrolkirina welêt ji aliyê hin kesan ve hat astengkirin, Rûsya ji vê jî ne berpirsyare.

    Zaxarova bilêvkir ku Rûsya li herêmê piştgiriyê nade tu hêzan ku bi dewleta Sûriyeyê re bikeve reqabetê. Wekî ku tê zanîn bi destpêka opresyona li ser Efrînê fr Serfermandarê YPGê Sîpan Hemo di daxuyaniyek xwe de gotibû ‘Rûsyaya ku ev du sal e li Efrînê bi xwedî hêz bû, xiyanet li kurdan kir.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Sivîl di nav de, bi sedan kes li Efrînê hatine kuştin
    Etîketan:
    bakur, xiyanet, Sûriye, Kurd, Mariya Zaharova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de