05:07 21 Nîsan 2018
    Balafira Su-27ê

    Balafira Su-27ê ya rûsî destwerdana li balafira amerîkî kir

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafira Su-27ê ya rûsî balafira Amerîkayê ya EP-3ê ya ku li Deryaya Reş nêzîkî sînoran bûbû asteng kir. Piştî destwerdana Su-27ê balafira EP-3ê rêya xwe guherand.

    Balafira rûsî Su-27ê li Deryaya Reş, destwerdan li balafira Amerîkayê ya EP-3ê kir. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ji ber balafira amerîkî qada hewayî ya rûsî bin pê kiriye, ew destwerdan pêwîst bûye û diyar kir ku Su-27ê balafira sîxur a li kêleka balafira keşifê ya amerîkî bi mesafeyeke ewle şopandiye heta xwe berê xwe ji sînor guherandiye.

    Wezareta Parastinê ya Amerîkayê vîdeoyeke çar-deqîqeyî weşand ku tê de diyar dibe bê balafira Rûsyayê ya Su-27 çawa balafira EP-3ê Lockheedê asteng dike.

    Wezaretê di daxuyaniya xwe ya têkilîdarî mijarê de ragihand ku destwerdan ne ewle ye û îdîa kir ku 2 saet û 40 deqîqeyan dewam kiriye û wiha got: "Su-27 bi 1.5 metreyî ji rota afirîna xwe dûr difiriya, ji rêya firîna xwe derbas dibû."

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî: Guhertina demografîk li tu deverê nayê qebûlkirin
    Çûyîna Mîhraç Ural a Soçiyê bû sedema krîza navbera Rûsya û Tirkiyê
    Ji Kongreya Soçiyê biryara avakirina komîteya destûrê derket
    ‘Li Tirkiyeyê 572 parêzer hatine desteserkirin, ji wan 79 kes hatin girtin'
    'Karwana TSKê cara duyem li Helebê hat teqandin, 3 leşker mirin'
    Nadya Murad: Divê êrîşên Tirkiyeyê li ser Efrînê di cih de rawestin
    'Efrîniyan ji kurdiya belavoka TSKê fahm nekir'
    Etîketan:
    Derya Reş, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de