05:48 20 Nîsan 2018
    Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev

    Nûnerê Pûtîn: Li Soçiyê 3 belge hatin pesendkirin

    © AP Photo / Sergey Grits
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çareseriyê bîne? (16)
    0 0 0

    Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê yê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev diyar kir ku li Kongreya Dîyaloga Niştîmaniya Sûriyê lîsteya namzedên komisyonê jî di nav de 3 belge bo komîsyona destûrê hatine dayîn.

    Lavrentyev di civîna rojnamevanî ya piştî enmcandana kongreya Soçiyê got, "3 belge hatin pesendkirin. Danezana encamnameyê, banga beşdaran û lîsteya namzedan a bo komîsyona destûrê ye. Piştî ku çend navên din hatin pesendkirin, dê lîste bo Nûnerê Taybet ê Sûriyê li NYyê Staffan de Mistura bê dayîn."

    Lavrentyev da zanîn ku kongreya Soçiyê sûdewar derbas bûye û gihîştiye armanca xwe.

    'DÊ GUFTÛGOYÊN SOÇIYÊ JI PÊVAJOYA CENEVÊ RE BIBIN ALÎKAR'

    Dîplomatê rûsî spasiya xwe bo beşdarên kongreyê ku bi hesta welatperweriyê tevgeriyane pêşkeş kir û got, "Em pê bawerin ku dê guftûgoyên îro, ji pêvajoya Cenevê re bibin alîkar. Em ji vê gelekî bawerin."

    'ME ALA PÊŞBIRKÊ DEWRÎ DE MISTURA KIR'

    Lavrentyev da xuyakirin ku wan bi encamdana kongreyê re ala pêşbirkê dewrî De Mistura kiriye û ew dikare ji encamên Soçiyê sûde bistîne ku ew jî amade ne alîkariyên xwe bidomînin.

    Mijar:
    Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çareseriyê bîne? (16)

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Em di mijara Sûriyê de ji bo her cure formata dîyalogê amade ne
    TSKê êrîşa karwana leşkerî piştrast kir: YPGê wesayîta bombekirî teqand
    'Efrîniyan ji kurdiya belavoka TSKê fahm nekir'
    Nadya Murad: Divê êrîşên Tirkiyeyê li ser Efrînê di cih de rawestin
    'Karwana TSKê cara duyem li Helebê hat teqandin, 3 leşker mirin'
    ‘Li Tirkiyeyê 572 parêzer hatine desteserkirin, ji wan 79 kes hatin girtin'
    Etîketan:
    Kongreya Soçiyê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de