11:48 21 Hezîran 2018
Sûriye

Kongreya Soçiyê dest pê kir

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çareseriyê bîne? (16)
0 02

Kongreya du-rojî ya ku bi serperiştiya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê yên ku ganatorên agirbesta li Sûriyeyê ne, bi hatine komên etnîkî yên cuda yên alîgirê hikûmeta Sûriyeyê û yên dijber dest pê kir. Roja yekem a kongreyê dê bi hatina heyetan û tomarkirina wan derbas bibe.

Tê payîn ku serokên heyetên welatên garantor îro civîneke amadekariyê bikin û civîna sereke ya ku 1600 delegeyên sûrî dê tê de beşdar bibin, dê sibe were lidarxistin.

Nûnerê Serokatiya Dewleta Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev, Alîkarê Şêwirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Sedan Onal û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Huseyin Caberî dê nûneritiyê di kongreyê bikin û herwiha nûnerê taybet ê NYyê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mistura jî dê beşdar bibe.

ENDAMÊN KENYÊ HATIN VEXWENDIN

Endamên daimî yên Konseya Ewlekariyê ya NYyê(KENY), Amerîka, Brîtaniya, Fransa û herwiha Misir, Iraq, Urdun, Qazaxistan, Libnan û Erebistana Siûdî jî bo kongreyê hatin vexwendin.

​KOMÎTE Û KOMISYON DÊ WERIN DAMEZRADIN

Li gorî belgeyên ku Sputnik bi dest xistine, di dema kongreyê de dê sê komîte werin damezirandin ku ew jî dê komîteyên prezidyûm, komîteya bilind û komîteya organîzekirinê bin û herwiha dê sê komisyon jî werin damezirandin ku ew jî dê komisyona destûra bingehîn, komisyona karbidestiyê û komisyona jimartina dengan be.

Li gel nûnerên dijberî û hikûmet, dê nûnerên sendîkeyan û mirovên dewletan ên biqidem jî dê di komiyson û komîteyan de cih bigirin.

Ji ber ku tê payin li kongreya Soçiyê pêvajoya amadekirina destûra bingehîn dest pê bike, çav dê li ser komiysona destûra bingehîn be. Li gorî belgeyên Sputnikê bi dest xistine, parlamanterên sûrî Eşwaq Ebas, Ehmed Kuzbarî, Prof. Îman Hemedan û Porf. Emel Yazici dê cih di vê komisonê de bigirin.

"KURD JÎ DÊ WERIN TEMSÎLKIRIN"

Organîzatorên Kongreyê ragihand ku piraniya delegeyên ku dê beşdarî kongreya Soçiyê bibin, ereb in(94%). Li gel ereban, kurd, êzidî, suryanî, ermenî, çerkez, çeçen, daxistanî, abxazî, tirkmen û durzî jî dê bên temsîlkirin.

Komîteya Gotûbêjan a Bilind a ji komên çekdar û yên siyasî yên dijberiyê sûrî pêk tê û girêdayî Koma Riyadê ya ku ji aliyê aktorên derveyî piştgiriyê digire, beşdarî kongreyê nabe.

BI ARAMNCA VEJANDINA CENEVÊ TÊ KIRIN

Kongre dê şûna wan gotûbêjên Cenevê negire ku di sala 2012an de dest pê kiribû û hîn ti encam nedaye lê berovajî wê, dê ji bo vejandina gotûbêjn bi serperiştiya NYyê were kirin.

Nexasim Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji serokê heyeta Komisyona Gotûbêjan  Nasir el Herîrî yê ku serdana Moskowê kiribû re gotibû: "Armanca bingehîn a kongreya Soçiyê ew e ku karkirina pêvajoya Cenevê ya di çarçoveya NYyê de dabîn bike".

Mijar:
Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çareseriyê bîne? (16)

Bi heman mijarî:

'Tirkiye û îslamîst hewl didin serxwebûna kurdan asteng bikin'
'Dibe operasyona Efrînê nexşeyên Rojhilata Navîn biguherîne'
Kiliçdaroglu: Çima artêşa me xwe li pişt ASAyê vedişêre?
Ji ber daxuyaniyên Efrînê derbarê Osman Baydemir de lêpirsîn hat destpêkirin
Peyamnêrê Independentê 'qurbaniyên pêşî yên operasyona li dijî Efrînê' nivîsin
Etîketan:
Iraq, Misir, brîtanya, Bratah, Amerîk, Rûsya, Sûriye, Soçî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de