02:35 28 Gulan 2018
YPG

‘Kurdên Sûriyê naçin Kongreya Soçiyê’

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rûsya
Lînkê kurt
Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çareseriyê bîne? (16)
0 60

Hat îdiakirin ku kurdên Sûriyê tev li Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ya li Soçiyê tê lidarxistin nabin.

Gor rojnameya AFPê, Kurdên Sûriyê ji ber êrişa Tirkiyeyê ya bi ser Efrînê de tev li Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê nabin. Gor nûçeya rojnamê ji Efrînê berpirsiyarek bi navê Favza el Yusuf aniye ziman ku wê sibê tev li Kongreya Soçiyê nebin.

Balkêş e ku ev îdiaya tevlênebûnê piştê axaftina Mariya Zaxarova ya di derbarê beşdaran de kiribû derket holê. Beriya sê rojan berdevka wezareta Rûsyayê  Zaxarova gotibû ku wê hemî komên etnîkî yên li Sûriyê beşdarê Soçiyê bibin. Gor îdiaya AFPê berpirsiyar Favza el Yusuf gotiye ku ji ber rewşa niha Efrîn tê de ye, em beşdarê Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê nabin.

Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê wê sibê li bajarê Soçiyê bê lidarxistin.

Mijar:
Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çareseriyê bîne? (16)

Bi heman mijarî:

De Mistura: Dê biryara temsîlkirina NYyê li Soçiyê Guterres bide
Partiya Pêşverû ji ber rewşa Efrînê vexwendina Soçiyê red kir
Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
Rayedarekî Tirkiyeyê: PYD beşdarî Soçiyê nabe
Etîketan:
Kongre, HSD, ypg, Soçî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de