04:52 21 Nîsan 2018
    Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan ê Muxalefeta Sûriyê Nasir Herîrî

    Rûsya: Boykota Komîteya Bilind a Muzakereyan dê bandor li kongreyê neke

    © AFP 2018 / Fabrice COFFRINI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîteya Bilind a Muzakereyan a Dijberiya Sûriyeyê ragihand ku beşdarî Kongreya Dîyaloga Niştîmaniya Sûriyê ya li Soçiyê nabin. Çavkaniyn Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê eşkere kirin ku boykota Dijberiya Sûriyeyê dê bandorê lidarxistina kongreye neke.

    Komîteya Bilind a Muzakereyan ku organizasyona wê Erebistana Siûdî dike ragihand ku Kongreya Dîyaloga Niştîmaniya Sûriyê ya li Soçiyê boykot dikin. Komîteyê ji ser twittirê bi daxuyaniyekî diyar kir ku beşdarî kongreya ku li Soçiyê di 29-30ê Rêbendanê de li Rûsyayê tê lidarxistin nabin.

    Hezar û 500 vexwendname ji bo kongreye hatin şandin. Pêşniyar hat kirin ku hin saziyên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî bibin çavdêr.

    ‘DÊ BANDOR LI KONGREYÊ NEXE'

    Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di derbarê ragihandina boykotê ya Komîteya Bilind a Muzakereyan ku Riyad piştgiriya wan dike, dê bandor li lidarxistina kongreye neke.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya bersiv da Amerîkayê: Hewl dide zirarê bide îmaja Rûsya û Kongreya Sûriyê
    Lavrov û Çavuşoglu, li ser amadekariyên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê axivîn
    Di kongreya giştî ya HDPê de nigeraniya Efrînê
    Vexwendnameyên Kongreya Soçiyê hatin şandin
    Aldar Xelîl: Tu wateya kongreya Soçiyê nema
    Etîketan:
    boykot, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de