00:33 25 Gulan 2018
    Alên Rûsya û Amerîkayê

    Amerîka, careke din çarçoveya mueyideyên li ser Rûsyayê berfireh kir

    © AFP 2018 / Mladen ANTONOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, bi mahneya krîza Ukraynayê çarçoveya mueyideyên li ser Rûsyayê berfireh kir.

    Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hatiye ragihandin, bi hinceta ku beşdarî rewşa li Ukraynayê bûne 21 kes û 12 şîrket li lîsteya mueyideyan hatin zêdekirin.

    Di nava navên ku li lîsteyê hatine zêde kirin de Cîgirê Wezîrê Enerjiyê Andrey Çerezov û Rayedarê Wezareta Enerjiyê Yevgeniy Grabçak derketine pêş.

    Bi sedema ku turbînê aîdê Siemensê sewqî Kirimê kirine şîrketa Tehnopromeksport ku girêdayê şîrketa pîşesaziya parastinê ya rûsî Rosteh e û şîrketa Interavtomatika û Gerînendeyê Giştî yê Tehnopromeksport Sergey Topor-Gilku jî li lîsteyê hatin zêde kirin.

    Şîrketên wekî Gaz-Alyans, Power Machines, Vneshtorgservis, Kaliningradnefteprodukt, Ugolnye Tehnologii, Instar Lojistics, Evro Polis û Surgutmebel jî li lîsteyê hatin zêdekirin.

     

    Bi heman mijarî:

    'Divê Konseya Ewropayê diyalogê bi Rûsya û Tirkiyeyê re deyne'
    Rûsya dê helîkopterên agirkujiyê sewqî Tirkiyeyê bike
    Rûsya bersiv da Amerîkayê: Hewl dide zirarê bide îmaja Rûsya û Kongreya Sûriyê
    Pûtîn: Li Rûsya dê piştgiriya me ya ji bo perwerdeya olî berdewam be
    Rûsya: Em ji bo kurdan bi Tirkiyeyê re diaxivin
    Rûsya: Stratejiya Amerîkayê ya nû li Sûriyeyê, armanc dike ku welat perçe bibe
    Rûsya: Em helwesta Amerîkayê ya li hemberî lêpirsîna çekên kimyewî qebûl nakin
    Etîketan:
    çarçove, mueyide, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de