11:53 23 Gulan 2018
    Leşkerên sûrî - Idlib

    Rûsya: Ekîpmanên bêtêlên li Ewropayê hatine çêkirin yên di destê milîtanan de hatin dîtin

    © REUTERS / SANA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Artêşa Sûriyeyê çekdarên li El Tenefê bêbandor kirin û piştî operasyonê û di dema lêgerînê de hinek ekîpmanên bêtêlan dîtine ku li Ewropayê tên çêkirin.

    Navenda şopandina agirbesta li Sûriyeyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku du navgînên bi cebilxaneyan barkirî di operasyona Tenefê de hatine ruxandin û 5 çekdar jî hatine kuştin.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Artêşa Sûriyeyê piştî ku terorîstên li Tenefê bêbandor kirin, di dema lêgerînê de hinek ekîpmanên bêtêlên modern ên li Ewropayê hatine çêkirin, cebilxaneya çekên sivik û weşanên propogandayî yên DAIŞê dîtine."

    "NÎŞANDEYA KU AMERÎKA JI BERMAYIYÊN DAIŞÊ HKOMEKE DIJBER A DI KONTROLA XWE DE AVA KIRIYE"

    Herwiha daxuyaniyê diyar kir ku ala û armeyên Hêzên Şehîdên Ehmed el Ebdoyî yên ku Amerîkayê ji bo damezirandina Artêşa Sûriyeya Nû ew li baregeha Tenefê perwerde dikin dîtin û wiha dewam kir: "Ev nîşaneyên wê yekê ne ku Amerîkayê ji bermayiyên hêzên DAIŞê yên têkçûyî komeke dijber a di kontrola xwe de ava kiriye."

    "PLANA ÊRÎŞAN DIKIN"

    Herwiha daxuyaniyê ragihand ku tê payîn di demeke nêz de gelek çekdar ji Tenefa di bin kontrola Amerîkayê de biçin bakur û bakurê rojhilatê û hat teqezkirin ku plan dikin, êrîşî Şam, Hums û Dêra Zorê bikin da ku hêzên hikûmetê yên Fetih el Şam(El Nusrayê) li Idlibê dorpêç kirine ber bi xwe ve bikişînin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriyeyê derbarê damezirandina hêzeke nû ya girêdayî HSDê de daxuyaniyek da
    Artêşa Sûriyeyê 44 gund ji milîtanan hat paqijkirin
    Senatorê rûsî: Avakirina Amerîkayê ya 'hêzên ewlekariyê' Sûriyeyê perçe dike
    Îranê li ser biryara Amerîka ya avakirina 'Hêza Ewlehî ya Sînorê Sûriyeyê' daxuyanî da
    Lîsteya beşdarên Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê hate pesendkirin
    Erdoganî bi erebî peyamek weşand: Piştî Iraqê, me xencerek li dilê planên li Sûriyeyê xist
    Rûhanî li ser hebûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê axivî
    Dîroka Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyeyê diyar bû
    Etîketan:
    Sûriye, DAIŞ, Tenef, Hums, Idlib, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de