03:13 23 Nîsan 2018
    Pûtîn, Rûhanî, Erdogan

    Vexwendnameyên Kongreya Soçiyê hatin şandin

    © Sputnik / Russian Presidential Press Office/Mikhail Metzel/POOL
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 04

    Nûnerê Taybet ê Seroktiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev ragihand ku vexwendnameyên beşdarên Kongreya Dîyaloga Niştîmanî ya Sûriyê hatine şandin.

    Wêneyek ji nameya vexwendina kongreya Soçiyê gihîşt Spûtnîkê.

    Di nameyê de wiha tê gotin: "Em li ser navê Rûsya, Îran û Tirkiyê û serokên van welatan Vladimîr Pûtîn, Hesen Rûhanî û Recep Tayyîp Erdogan, we vedixwînin Kongreya li Soçiyê ya Dîyaloga Niştîmaniya Sûriyê ku li 29-30ê Çileyê tê lidarxistin."

    Herwiha hat diyarkirin, Kongreya Soçiyê bi mebesta lezkirina çareseriya siyasî bo Sûriyê, parastina yekparçebûn û serbixweyiya Sûriyê û bi hêviya alîkariya hevdîtinên Cenevê tê lidarxistin.

    Nameya Vexwendina Kongreya Dîyaloga Niştîmanî ya Soçiyê
    Nameya Vexwendina Kongreya Dîyaloga Niştîmanî ya Soçiyê

    Hat gotin ku nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY), Endamên Daîmî yên Konseya Ewlekariya NYyê Çîn, Amerîka, Fransa û Brîtanya û herwiha nûnerên welatên Misir, Urdun, Iraq, Kazaxistan, Lubnan û Erebîstana Siûdî jî hatine vexwendin.

    Li gor nameyê dê hemû lêçûnên hevdîtinên Soçiyê û mêvanperwerî ji aliyê Rûsyayê ve bê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: Di êrîşên li ser Efrînê de sivîlan jiyana xwe ji dest da
    Pentagon: Em piştgiriyê nadin operasyonên HSDê yên derveyî DAIŞê
    Taxên Newroz û Kurdistan ên Kerkûkê tên valakirin
    Pûtîn: Em dixwazin li Arjantînê santrala nukleerî ava bikin
    Macron û Erdogan li ser operasyona Efrînê axivîn
    Rojnamegerekî din ji ber parvekirinên Efrînê hat binçavkirin
    Artêşa Sûriyê li Hama, Heleb û Idlibê êrîşî Fetih el Şamê kir
    Çavuşoglu: Dê Trump û Erdogan biaxivin
    Etîketan:
    Soçî, Îran, Tirkiye, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de