05:14 23 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr  Pûtîn û Serokê Dewleta Arjantînê Mauricio Macri

Pûtîn: Em dixwazin li Arjantînê santrala nukleerî ava bikin

© REUTERS / Alexander Nemenov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku Saziya Dewletê ya Enerjiya Nukleerî ya Rûsyayê (Rosatom) dixwaze li Arjantinê santraleke nukleerî ava bike.Herwiha Pûtîn û Serokê Dewleta Arjantinê Mauricio Macri ji bo rewşa Rojhilata Navîn jî diyar kirin ku ew nîgeran in.

Pûtînê ku li Moskowê bi Serokê Dewleta Arjantînê Mauricio Macri re hevdîtin pêkanî, di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de diyar kir ku Rosatomê pêşniyar kiriye ku li Arjantînê bi teknolojiyên pêşketî û ewle santraleke nukleerî ava bike.

"EM DIKARIN MOTORÊN ROKÊTAN BIŞÎNIN ARJANTÎNÊ'

Pûtîn aşkere kir ku ew dikarin motorên roketan jî bişînin Arjantînê. Pûtîn aşkere kir ku her du welat ji bo keşfa fezayê ya aştiyane hevkariyê dikin û got: "Ajansa Fezayê ya Rûsyaya Federal (Roskosmos) dikare ezmûnên xwe yên fezayê parvebike û li gel astengiyên ku tên zanîn û mudaxaleya Amerîka û gelek dewletên din yên cîhanê, em dikarin motorên roketan bişînin Arjantînê."

'JI BER REWŞA LI ROJHILATA NAVÎN EM BI NÎGERAN IN'

Ji hêla din ve Pûtîn û Macrî di hevdîtinê de daxuayniyeke hevpar qebûl kirin. Serokan diyar kirin ku ji ber rewşa li Rojhilata Navîn ew nîgeran in û ew dê piştgiriyê bidin hewldanên ji bo çareseriya siyasî.

Bi heman mijarî:

Pûtîn di cejna Epîfaniyê de kete hewizê bûzgirtî
Pûtîn qurbaniyên Dorpêça Lenîngradê bibîranîn
Peskovî tiştên ku Pûtîn ji wan hez nake ragihandin
Pûtîn: Îdeolojiya komunîzmê pir dişibe xristiyaniyê
Pûtîn li ser hevdîtina xwe ya bi Erdogan re agahî dan Konseya Ewlehiyê
‘Pûtîn û Erdogan mijarên sereke yên çareserkirina krîza Sûriyê diyar kirin’
Pûtîn: Vê raundê Kim Jong-un bi ser ket
Etîketan:
Nukleer, Rojhilata Navîn, Mauricio Macri, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de