18:57 20 Nîsan 2018
    Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê

    Klintseviç: Sewqiyata S-400ê ya Tirkiyeyê dê bandora li rewşa Efrînê neke

    © Sputnik / Dmitry Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîkarê Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klintseviç got ku pergala moşekan a S-400 ya ku Tirkiye dê bikire ji bo parastina qada hewayî ya Tirkiyeyê giring e û diyar kir ku sewqiyata S-400 dê bandorê li rewşa Efrînê neke.

    Klintseviç di civîneke rojnamevaniyê de axivî û got: "S-400ên ku em difiroşin Tirkiyeyê dê ewlekariya qada hewayî ya Tirkiyeyê dabîn bikin. Jixwe balafirên kurdan tine ne. S-400 dê rewşa li Efrînê bi ti awayî neguherîne."

    Senatorê rûsî diyar kir ku S-400 îro bêhempa ne û got ku pergala herî baş û bêqisûr a cîhanê ye.

    Bi heman mijarî:

    Îngiltereyê li ser operasyona li dijî Efrînê daxuyanî da
    Tillerson ji bo Efrînê: Bifikar in
    NATOyê derbarê Efrînê de daxuyanî da: Divê xweparastina Tirkiyeyê bi pîvan be
    HSDê agahiyên dawî yên operasyona li dijî Efrînê eşkere kirin
    Rayedarê Rojavayê: Rûsyayê pêşniyar kir ku em Efrînê radestî Şamê bikin
    Etîketan:
    S-400, Frants Klintseviç, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de