16:24 18 Hezîran 2018
Sînorê Efrîn û Kilîsê

Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka dilêriya hevalbendên xwe wenda bike

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rûsya
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 10

Ji Enstîtûya Rojhilata Navîn pispor Sergey Balsamov, ger Amerîka di mijara Efrînê de li dijî Erdogan dernekeve îhtimal e ku hevpeymanên xwe yên li Sûriyeyê û herwiha pozîsyona xwe winda bike.

Sergey Balsamov operasyona li dijî Efrînê ya artêşa Tiriyeyê (TSK) ji Russia Todayê (RT) re nirxand û got, "Amerîka ji 2014an ve muxalifên Sûriyeyê jî tê de, piştgiriya hemû kurdan dikir. Niha paş de gavê neavêje û hewil dide îtîbara xwe biparêze. Lê ger Washington li ber xwe nede û bo Erdogan destûra êrişeke berfireh bide, dibe ku hevalbendên xwe winda bike, di encama vê yekê de pozîsyona xwe ya berê winda bike."

‘QELSBÛNA KURDAN DÊ BI KÊRÎ ESAD WERE'

Pisporê rûsî Balsamov eşkere kir operasyona li dijî Efrînê dê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nebe sedema tevlîheviyên mezin. Bi operasyonên artêşa Tirkiyeyê dê kurd zeyîftir bibim, rewşeke wiha dê bi kêrî Şamê were.

Balsamov, destnîşan kir ku operasyon ji aliyê "(Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar) Esad ve ne cihê nîgeraniyê ye. Berevajî wê qelsbûna kurdan dê bi kêrî Esad were.

Balsamov li ser îdiayên ku dê operasyon bi kêrî cîhadîst were de axivî, "Ji ber Operasyona Çiqlê Zeytûnê heye ku pozîsyona cîhadîstan xurttir bibe lê ez bim ez dê ewçend dramatîze nedikirin."

 

 

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Behmen Qubadî li ser Efrînê got: Kîn û bêzarbûna kurdan li dijî xwe zêde nekin
Qatarê piştgirî da operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê
Di operasyona li dijî Efrînê de leşkerekî tirk hat kuştin
Midûriyeta Perwerdehiyê li Hatayê bo Efrînê li mamosteyên xwebexş ên tirk digere
Etîketan:
Operasyona li dijî Efrîne, Balsamov
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de