16:52 19 Sibat 2018
Zindî
    Efrîn Rojava Kurd - Sûriye

    Parlamentarên rûsî ji bo Efrînê lutkeya çaralî pêşniyar kirin

    © AFP 2018/ George OURFALIAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 03

    Parlamentarên Dumaya Rûsyayê ji bo çareserkirina rewşa Efrînê pêşniyar dikin ku li Soçiyê Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriye li dor maseyekê bicivin.

    Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Navnetewî yê Dumaya baskê jêrîn Dmitriy Novîkov diyar kir ku di çarçoveya kongreya Soçiyê de, dikare lutkeyeke çaralî ya bi beşdariya Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê ji bo Efrînê bê civandin.

    'LI SOÇIYÊ MIJARA EFRÎNÊ DIKARE BI AWAYEKÎ AKTÎV BÊ NIRXANDIN'

    Novikov ji Spûtnîkê re ragihand, "Bêguman divê formata lutkeya çaralî (Rûsya,Tirkiye, Îran, Sûriye) bi awayakî çalak bikeve dewrê. Dê 29-30yê mehê li Soçiyê Kongreya Dîyaloga Niştîmaniya Sûriyê bicive. Li wê derê dikare di çarçoveya kongreyê de, ev rewş bi awayekî aktîv bê nirxandin."

    'BI ÇEKDARKIRINA ALIYEKÎ HEWLÊN PARÇEKIRINA SÛRIYÊ DERKETIN HOLÊ'

    'Herwiha endamê Komîteya Derve yê Dumayê Aleksey Çepa jî ji Spûtnîkê re got, Rûsya dikare hevdîtinên çaralî li ser rewşa Efrînê bide destpêkirin û wiha pê de çû:

    "Divê ev mijar were çareserkirin. Her kes dizane ku ev kêşe ji ber hewlên parçekirina Sûriyê derketiye holê. Ji ber vê yekê jî bi çekdarkirina aliyekî re, rewşeke wek ya niha hesas ku dibe tehdît pêk tê."

    'DÊ LUTKEYA ÇARALÎ RÊ LI BER TAWANBARKIRINA RÛSYAYÊ BIGIRE'

    Dîsa parlamentarekî din ê rûsî yê Serokê Komîteya Parastinê li Dumayê Vladimir Şamanov da zanîn, mebesta lutkeya çaralî ew e ku dê rê li ber ‘berdana hev a aliyan' bigire û pêwîst e her çar alî jî bi awayekî zelal derkevin pêşiya hevdu.

    Şamanov diyar kir, divê bi danûstandina baş a aliyan gotinên, ‘vaye rûs hevrêyên xwe yên pêvajoya Sûriyê berdide hev' were beralîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Li Enqerê gelek rojnamevan û rêveberên HDPê hatin binçavkirin
    NY ji bo Sûriyê civiya: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêşî DAIŞ
    Ji 40 partî û komelan banga Efrînê: Bi hawarê de herin
    Amerîkayê bangewaziya Efrînê li Tirkiyê kir: Sînordar û bi pîvan bin
    ASAyê got, ‘Em ji girê Qestelê vekişiyan’ YPGê got, ‘Reviyan’
    Lavrov: Armanca bingehîn a Soçiyê birêvebirina pêvajoya Cenevê ye
    Ji Neteweyên Yekbûyî yekem daxuyaniya Efrînê: Hewldanan dest pê kir
    Etîketan:
    Efrîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de