15:36 25 Gulan 2018
Artêşa Sûriyeyê

Rûsya: Artêşa Sûriyeyê li Idlibê li dijî Fetih el Şamê operasyon da destpêkirin

© Sputnik / نزار ميهوب
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku, artêşa Sûriyeye û hêzên milîs ji bo berterefkirina milîtanên El Nûsrayê ku li Idlibê hatiye dorpêçkirin, operasyon da destpêkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got, "Artêşa Sûriyeye û hêzên milîs ji bo berterefkirin û tunekirina milîtanên Fetih el Şamê (El Nûsra) ku li Idlibê hatiye dorpêçkirin, operasyon da destpêkirin. Di deste milîtanan de tank, alavên muharebeye, pergalên topavêtinê û topên hewan hene."

Di daxuyaniyê herwiha hate desnîşankirin ku, artêşa Sûriyeyê di 24 saetên dawiyê de 6 kîlomtre bi bakurê balafirxaneya leşkerî ya Ebû Duhûrê bi pêş de çûye û 24 jîngehên din ji mîlîtanan hatiye paqijkirin.

Artêşa Sûriyeyê hefiya bihûrî balafirxaneya leşkerî ya Ebû Dûhûrê ku ji 2015an û vir de di deste DAIŞê de bû cardin kontrol kiribû.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: Rûsya amadeye bersivê bide tawanbariyên ku heye çapemeniya Rojavayî bihone
Klintseviç: Rûsya dê li NYyê daxwaz bike ku Tirkiye dawî li operasyona li dijî Efrînê bîne
Rûsya derbarê operasyona li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê de daxuyanî da
Rûsya: Divê Amerîka bê destûr li Sûriyeyê nemîne
Dê Rûsya 2 keştiyên herî mezin ên Cîhanê ji kar bixe
Etîketan:
operasyona li dijî El Nûsrayê, operasyon, Idlib
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de