04:04 22 Nîsan 2018
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn: Rûsya amadeye bersivê bide tawanbariyên ku heye çapemeniya Rojavayî bihone

    © REUTERS / Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku Rûsya amadeye bersivê bide tawanbariyên ku heye çapemeniya Rojavayî derbarê hilbijartinên serokatiya Rûsyayê de derbixe.

    Peskov, beşdarî bernameya pêşkêşvan Nailya Askerzade ya di televîzyona Rossiya 1 de bû û hinek mijar nirxandin.

    Peskovê ku hilbijartinên serokatiya Rûsyayê yên ku nêz dibin nirxandin weha axivî: "Em amadekariyan dikin, lewra ev tişt bi hêsanî nayên texmîn kirin. Hûn jî dizanin, berî bi hilbijartinan bi gelekî rasterast êrîş anîn ser serokê me û welatê me. Ev êrîş tên amadekirin û bi titîzî tên honan. Lê belê wekî ku heya niha bû, piştî niha jî em ê bersivê bidin wan."

    Peskov diyar kir ku gelek tawanbariyên di vê mijarê de bi hostayî tên honan weha pê de çû: "Ez difikirim ku li tevahiya cîhanê û welatê me kesên ku dizanin ev êrîş ji bo ku welatê me ji serokekî bihêz bêpar bihêlin têne kirin zêde bûne. Dê kêfa gelek kesan neyê ji Rûsyayeke bi hêz ku ne tenê rabûye ser piyan di heman demê de serê xwe jî bilind dike."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Sucdarkirinên Amerîkayê hem zirarê dide têkiliyan hem jî dide Amerîka bi xwe
    Peskov: Em kêfxweşin ku diyaloga Koreya Başûr û ya Bakur a rasterast dest pê kiriye
    Peskov: Hêzên me yên li Sûriyê mayî têrê dikin ku serederiya terorîstan bikin
    Peskov: Hîn dema Kongreya Soçiyê diyar nebûye
    Peskov: Esad serokê rewa yê Sûriyeyê bû û wisa ma
    Peskov: Ne Rûsya ne jî Amerîka dikare qeyrana Îsraîl û Filistînê çareser bike
    Etîketan:
    serokatî, Rûsya, hilbijartin, Dmîtriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de