08:57 20 Sibat 2018
Zindî
    Frants Klintseviç

    Klintseviç: Rûsya dê li NYyê daxwaz bike ku Tirkiye dawî li operasyona li dijî Efrînê bîne

    © Foto: RIA Novosti/Valeriy Levitin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (351)
    0 10

    Senatorê rûsî Klintseviç diyar kir ku dê Rûsya bi Sûriyeyê re hevkariya dîplomatîk bike û dê li Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz bike ku Tirkiyeyê dawî li operasyona li dijî Efrînê bîne.

    Cîgirê Komîteya Ewlehî û Bergiriyê ya Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç derbarê operasyona Tirkiyeyê ya bi navê  ‘Çiqlê Zeytûnê' ya li dijî Efrînê de axivî û got ku gereke em îhtimala şerê çekdarî paşguh nekin.

    Klintseviç diyar kir ku dema ku şerek di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de derkeve dê Rûsya tevlî vî şerî nebe, di rêkeftinan de rewşeke wiha nayê dabînkirin.

    Frantz Klîntsevîç ji Sputnikê re ragihand ku Rûsya wê ji ber operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hember Efrînê dayî destpêkirin, wê li NY piştgirîyê bide daxwaza Sûrîyeyê ya rawestandina operasyonên Tirkiyeyê.

    Li gor gotinên Klîntsevîç, li NY wê ne tenê Sûrîye daxwaza rawestandina opersyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bike, lê her weha wê Rûsya jî piştgirîya wê daxwazê bike û piştewanîya dîplomatîk bide Sûrîyeyê.

    Klîntsevîç her weha destnîşan kir ku operasyona leşkerî ya Tirkliyeyê ya li hember Efrînê dayî destpêkirin, binpêkirina serwerîya Sûrîyeyê ye.   

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (351)

    Bi heman mijarî:

    Îran: Operasyoneke leşkerî li Sûriyeyê dê bandorê li kongreya li Soçiyê bike
    Li Kerkûkê çeteyekê bi qasî 47 milyon dolaran dizî kir
    Etîketan:
    îhtimala şer, Daxuyanî, Klintseviç
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de