08:24 27 Gulan 2018
Sûriye

Pisporê rûsî: Dê hêzên Amerîka û Tirkiye piştgiriya wan dike şerê hev bikin

© AFP 2018 / Vasily Maximov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Navenda Dîrok û Polîtîkayê ya Rûsî Vladimir Şapovalov, geşedanên dawî yên li Sûriyê û pêwendiyên Washington û Enqerê şîrove kir.

Şapovalov ji Spûtnîkê re ragihand ku têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê di van demên dawî de gihîştine asta herî xerab û got, "Her du alî jî daxuyaniyên tund didin. Her du welat jî ev demeke dirêj e li Sûriyê piştgiriya hêzên cuda dikin. Herwiha Amerîka û Tirkiye di nav NATOyê de hevpeymanên hev ên leşkerî ne. Ev yek jî dûrî mentiqê ye ku dubendiyên mezin di navbera wan de hene. Ev dubendî jî dê bibe sedema wê yekê ku hêzên her du alî piştgiriya wan dikin, şerê hev bikin."

'AMERÎKA PEYWIRÊN XWE LI SÛRIYÊ TEMAM DIKE'

Şapovalov got, Washington ji roja ewil ve hewil dide Sûriyê tune bike û daxwazên ji Tirkiyê yên bala xwe bidin ser têkoşîna DAIŞê jî nerast in.

Pisporê rûsî wiha domand: "Wezîfeya Washingtonê ya li vê derê, li şûna têkoşîna dijî DAIŞê temamkirina peywirên xwe ye. Ger Amerîkayê bi rastî bixwesta têkoşîna terorîstan bide, dê di salên 2011-2013an de çalaktir ev kar bikira. Lê Amerîkayê tenê bi devkî şerê terorîstan kir. Di rastiyê de jî ji bo tunekirina dewleta Sûriyê û parçekirina wê hemû hewl dan. DYA niha jî vê dike."

Bi heman mijarî:

Ji bo Kazan Arenaya Tataristanê pêşniyara muzexaneya sporê
Neteweyên Yekbûyî: Em ji êrîşa li ser Efrînê bi fikar in
Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?
Amerîka: Operasyona Efrînê îstiqrarê nayêne
‘Dibe Pêşmerge çekan ji YPGê re bişînin'
Eksperê rûsî: Wê di berjewendîya kurdan de be eger bi Şamê re li hev bikin.
Tê îdîakirin ku Amerîka PYDê li ser sînorê Tirkiyê bi cih dike
Etîketan:
Sûriye Tirkiye Amerîka, Amerîka, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de