08:59 19 Sibat 2018
Zindî
    An S-400 Triumf air defense missile system, seen here during the military parade in Moscow marking the 72nd anniversary of the victory in the Great Patriotic War of 1941-1945.

    Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?

    © Sputnik/ Grigory Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kovara National Interest (NI) ku pergalên parastina moşekên S-400î yên rûsî wekî çeka ku qaîdeyên lîstikê diguherîne pênase kiriye, di serdeme ku Tirkiye û Erebistana Siûdî bi Rûsya re peyman îmze kirine de, metirsiyên Amerîkayê yên ji ber S-400î nivîsandin.

    Li gor analîstê NIyê Stephen Bryen, S-400, çekên hempayên xwe yên Rojavayî ji aliyê çend tiştan va li paş xwe dihêle.

    Ewilê ev pergal xwedî behremendiyeke wisaye ku moşekên menzîlê wan cuda jî dikare bipekîne. Bryen destnîşan kir ku çar cure moşek yên xwedî menzîleke, 40, 120, 250 û 400 kîlometreyî, ji bo S-400an li pêş in. Lê Patriotên Amerîkayê tenê dikarin moşekên xwedî menzîleke 96 kîlometre bipekînin.

    ‘XWEDÎ BEHREMEDNIYA LÊXISTINA NÎŞANÊN BI TEVGER IN'

    Bryen wekî duyemîn behremendî jî balkêşand ser moşeka xwedî menzîleke 120 kîlometreyî ya 9M96E2. Bryen destnîşan kir ku ev moşek di saniyekê de digihe lezeke 5 kîlometreyan û xwedî behremendiyeke wisaye ku dikare li nîşanên li bilindahiya 5 metreyan yên bi tevger jî bide.

    Li gor Dr. Carlo Kopp ku di cîhanê yek ji pisporên pêşeng yê hewa û fezayê ye, taybetmendiya S-400an ku dikarin bi radarên taybet werin kemilandin ku balafirên F-22 û F-35 ku bi hêsanî nayên tespît kirin jî bigrin.

    Ji hêla din ve Bryen da zanîn ku S-400 ji bo balafirên E-3 Sentry û AWACS ku Amerîka û dewletên endamê NATOyê wan bikartînin jî xetereye.

    Bi heman mijarî:

    RBK: Rûsya dixwaze heba moşekên S-400, bi 500 milyon dolaran bide Tirkiye
    Wezîrê Tirkiyeyê İşik: Xebatên me yên bi Rûsya re yên derbarê S-400 de gihişt bidawîbûnê
    Amerîka bi şandina S-400 û Su-35ên Rûsî bo Çînê ket metirsiyê
    Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye
    Wezîrê tirk: S-400 wê entegreye pergala NATOyê nebin
    Moşekên S-400 li Moskowê amadeyi peywira xwe ne
    Moşekên S-400 li Moskowê dest bi wezîfê kirin
    Etîketan:
    moşek, S-400, behremendî, Carlo Kopp, Stephen Bryen, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de