10:02 24 Nîsan 2018
    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Lavrov û Guterres behsa mijara Sûriyeyê kir

    © AFP 2018 / Alexander Nemenov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres behsa mijara peymana nukleerê ya Îranê, Sûriyeyê û Koreya Bakur kiriye.

    Ala Îsraîlê
    © Sputnik / Vladimir Astapkovich
    Diyar kir ku ew ji bo dosyeya nukleerê ya Îranê bi sepandina Plana Çalakiya Berfireh a Hevpar ve girêdayîne.

    Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku "Herdu alî jî ji bo çareserkirina bernameya nukleerê ya Îranê pejirandin ku li gorî hikmên Plana Çalakiya Berfireh a Hevpar tevbigerin."

    Lavrov û Guterres herwisa li ser mijara Koreya Bakur jî axivîn û herdu aliyan destnîşan kir ku ji bo çareseriya kêşeyê ji xeynî rêyên aştiyane alternatif tune ne. Li gel vê yekê herdu aliyan ji bo kêşeya Sûriyeyê jî derbirî ku divê ew kêşe bi rêyên aştiyane were çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser civîna heyeta Tirkiyê daxuyanî da
    'Pêdiviya Tirkiyê bi kordînasyoneke operasyonel a digel Rûsyayê heye'
    Nûnertiya Rojava ya li Rûsyayê derbarê Efrînê de daxuyaniyek belav kir
    "Daxuyaniya Şamê tê wê wateyê ku Rûsyayê destûr nedaye Tirkiyeyê"
    Hulusi Akar û Fidan ji bo mijara Sûriyeyê çûn Rûsyayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de