11:14 19 Sibat 2018
Zindî
    Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov û Sererkanê Tirkiyê Hulusi Akar

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser civîna heyeta Tirkiyê daxuyanî da

    © AP Photo/ Turkish Military, Pool photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 05

    Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasîmoz bi hemkarê xwe yê tirk Hulusî Akar û Misteşarê Dezgeha Îstixbarî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan re li Moskowê civîya.

    Sererkanê Rûsyayê bi şandeya Tirkiyê ya ku ji bo operasyona ser Efrînê danûstandinan bi Rûsyayê dike re civiya. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê bi berfirehî hat nirxandin.

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê derbarê civîna bi heyeta Tirkiyê re daxuyaniyek weşand ku tê de ragihand, rewşa Sûriyê hatiye nirxandin.

    REWŞA SÛRIYÊ Û PEYMANÊN NAVBERA HERDU ALIYAN HATIN NIRXANDIN

    Di daxuyaniyê de hat gotin, di civîna bi heyeta Tirkiyê ya digel Gerasîmov de, awayê birêveçûna agirbesta li herêmên hêmin û peymanên li ser rewşa Sûriyê hatine girêdan hatin gotûbêjkirin.

    Wezaretê ragihand ku di civînê de li ser pêşeroja hevkariya leşkerî ya aliyan a derbarê Sûriyê de û dabînkirina ewlekariyê li herêmê hatiye rawestîn.
    Herwiha hat diyarkirin ku hevdîtina bi heyeta tirk re baş derbas bûye û her du aliyan jî kêfxweşiya xwe ya bo berdewama danûstandinê anîne ziman.

    Bi heman mijarî:

    "Karbidestiya Trumpî tine ku piştî têkbirina DAIŞê hêzan li Sûriyeyê bihêle"
    Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte bo cara 6emîn hate dirêjkirin
    Siyasetmendarê Herêma Kurdistanê: Gefên Hikûmeta Erdogan li ser Efrînê nayên qebûlkirin
    'Pêdiviya Tirkiyê bi kordînasyoneke operasyonel a digel Rûsyayê heye'
    Serdema otomobîlên bê direksiyon û bê pedal destpê dike
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de