17:31 25 Nîsan 2018
    Rusya Savunma Bakanı Sergey Şoygu

    Şoygû bi rayedarên tirk re civiya

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû li gel Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar û Şêwirmendê Istixbarata Tirkiyeyê(MIT) Hakan Fidan re civiya.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got ku "wezîr Şoygu di civîna xwe ya li gel Akar û Fidanî de rewşa Rojhilata Navîn û mijarên din ên rojevê nirxandine."

    Herwiha wezaretê diyar kir ku civîn avaker derbas bû."

    Serfermandariya Tirkiyeyê vê sibehê ragihandibû ku Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar û Şêwirmendê MITê Hakan Fidan ji bo mijara Sûriyeyê diçin Sûriyeyê û dê bi Sererkanê Rûsyayê Valery Gerasîmov re hevdîtin pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê dorpêça li ser baregeha leşkerî ya nêzî Şamê têkşikand
    Li Sûriyeyê bi moşekan êrişî kerwana leşkerên tirk kirin
    Berdevkê Pûtînî: Plan tine ne ku Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo Sûriyeyê bicivin
    Rayedarê PYDê: Amerîka dê demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne
    Etîketan:
    Valery Gerasîmov, Fidan, Hulusi Akar, Efrîn, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de